Bûyerên tûndkariyê yên li dijî rojnamegerên jin herî zêde li Tirkiyeyê pêk hatine

Bûyerên tûndkariyê yên li dijî rojnamegerên jin herî zêde li Tirkiyeyê pêk hatine

.

A+A-

Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de gotiye, "Me herî zêde bûyerên tûndkariyê li Tirkiyeyê tomar kirine û me ji nêz ve şopandine. Bi giştî me bi rêya dadgeriyê bûyerên destdirêjî, êrîş û gefên li hemberî 63 rojnamegerên jin tomar kirin.

Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) di rapora xwe ya nû ya di 3ê Gulanê Roja Çapemeniya Cîhanê de weşandiye de aşkere kiriye ku di navbera mehên Kanûna Paşiyê-Nîsana 2022an de  li tevahiya cîhanê  bi giştî 139 bûyerên binpêkirinê, gef û tûndkariyê yên li dijî rojnamegerên jin tomar kirine.

Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de binpêkirina mafên rojnamegerên jin, gef, êriş û bûyerên tacîzê yên ku rojnamegerên jin rûbirû dimîne weke rapor amade dike.

Li gorî daxuyaniya Koalîsyonê tûndkariya herî zêde li dijî rojnamegerên jin li Tirkiyeyê ye.

5 rojnamegerên jin hatine kuştin

Detayên ku di raporê de derketine pêş weha ne:

o   Sê welatên destpêkê yên ku herî zêde mafên rojnamegeran lê tên binpêkirin Tirkiye, Rûsya û Kanada ye.

o   Ji destpêka sala 2022an heta niha herî kêm pênc rojnamegerên jin hatine kuştin. Sê ji wan dema Rûsyayê Ûkrayna dagir kiriye, li Ûkraynayê hatine kuştin.

o   54 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe yên pîşeyî  hatine dadgehkirin.

o   Li tevahiya cîhanê di dema şopandina nûçeyan de 21 rojnamegerên jin hatine desteserkirin.

o   23 rojnamegerên jin di dema şopandina nûçeyan de rastî êrişê hatine.

o   15 rojnamegerên jin ji ber nûçeyên xwe an go nîrxandinên xwe yên rexneyî di kampanyayên reşkirinê yên online de weke hedef hatine nişandan.

Daxuyaniya koalîsyonê weha ye:

"Me weke koalîsyonê herî zêde bûyerên tûndkariyê li Tirkiyeyê tomar kirinn û me ji nêz ve şopandiye. Bi giştî me bi rêya dadgeriyê bûyerên destdirêjî, êrîş û gefên li hemberî 63 rojnamegerên jin tomar kirin. Ji destpêka sala 2022î heta niha 41 rojnamegerên jin ji ber nûçeyên xwe an go jiber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatine dadkirin. Derbarê wan de herî zêde dozên cezê û tezmînatê pêkhat.”

Ji bo tevahiya raporê bitikîne

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin