Brian Hook: Îranê şiyanên xwe yên şer ji dest dane

Brian Hook: Îranê şiyanên xwe yên şer ji dest dane

Berpirsê Karûbarê Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Brian Hook ragihand, Îranê bi sedema dorpêçên Amerîkayê, 50 milyar dolar ji dahata xwe ji dest daye, û weke berê şiyanên ji bo rêvebirina şer li navçeyê nîne.

A+A-

Berpirsê Karûbarê Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Brian Hook ragihand, Îranê bi sedema dorpêçên Amerîkayê, 50 milyar dolar ji dahata xwe ji dest daye, û weke berê şiyanên ji bo rêvebirina şer li navçeyê nîne. Hook behsa hejmoniya Îranê bi ser Iraqê de jî dike û dibêje, Îran weke Tehrana Rojava li Bexdayê dinêre.

 

Brian Hook di hevpeyvîneke taybet de, behsa çend mijarên têkildarî Îranê û aloziyên navbera Waşington û Tehranê dike û derbarê cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê dibêje: “Yek ji wan faktorên kudikare xwedî bandor be li ser guhertina reftaran, rêgirtin ji gihîştina wî pereyî ye ku wan ji bo encamdana bazirganiya ku pêştir dikirin, pêwîstî pê heye.”

 

Hook diyar kir: “Me tenê bi rêya cezayên li ser sektora petrol Îranê, kariye ku dahata salane ya wî welatî bi rêjeya zêdetir ji 50 milyar dolarî kêm bikin, petrol mezintirîn çavkaniya dahata wî welatî ye, lê belê me hevdem ceza daniye ser berhemên petrokîmyayî û kelûpelên pîşesazî yên wî welatî.”

 

Berpirsê Karûbarê Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de tekez kir, ew bûne sedem ku Ewropa weberhênanê li Îranê neke, ku aboriya Îranê ziyan ji vê yekê dîtiye.

 

Brian Hook da zanîn, niha serê Îranê bi cezayên Amerîkayê gêj bûye, û şiyanên wê weke caran nemane ku alîkariya hêzên alîgirê xwe li Rojhelata Navîn bike û êrîşan pêk bîne.

 

Bi gotina Hook, tê çaverêkirin ku dorpêçên Amerîkayê, Îranê bîne ser maseya gotûbêjan û tekez kir, Amerîka bi berdewamî çavdêriya keştiya neftê ya Îranê di avên navdewletî de dike.

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Biran Hook destnîşan kir: “Bi beraweird digel 2 sal û nîvên derbasbûyî, Îran lawaztir bûye, û hevalbendên wê jî lawaz bûne, ji ber vê yekê eger Îran bi xwe reftarên xwe neguhere, em dê wê neçar bikin ku xwe biguhere, ji ber ku pereyên wê nemane.”

 

Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa hejmoniya Tehranê bi ser Bexdayê dike û dibêje: “Ez bawerim hemû kes dizane ku rejîma Îranê, weke Tehrana Rojava li bajarê Bexdayê dinêre û dixwaze Iraqê bike liqekî xwe û Iraqê bike dûvikê xwe. Nerîna Îranê bo navçeya Rojhilata Navîn, sepandina desthilatdarî û hêza xwe li ser navçeyê ye, ew ku ji bo berjewendiya gelê xwe kar nakin, çima dive em li benda wê yekê bin ku ji bo berjewendiya gelê Iraqê kar bikin?”

 

Biran Hook herwiha ragihand: “Ji bo wan (Îranê) ti giring nîne ku serbilindî û xweşguzeranî ji xelkê Iraqê re bi dest bixin, tu diakrî di vê derbarê de ji gelê Lubnanê bipirsî. Binêre, bizane Hizbullah a Lubnanê çi kir bo lawazkirina Lubnanê. Em naxwazin wê yekê li Iraqê bibînin. Em dixwazin iraqeke aram, seqamgîr, seqamgîr û xwedî serwerî bibînin.”

 

Hook dibêje: “Li seranserê cîhanê, min Îraniyên li diyasporayê dîtine, tiştek heye ku bala min dikişîne, ew jî ev  e ku Îranî li hemû welatên din ên cîhanê di warê aborî de pêş dikevin, tenê li welatê xwe nebe.”

 

Wî berpirsê siyaseta derve ya Amerîkayê, desthilatdariya Komara Îslamî, weke xirabtirîn rûpelên dîîroka wî welatî bi nav kir û destnîşan kir: “Ew Îraniyên ku li diyaspora dijîn, ew kes in ku gelek şanaziyê bi welatê xwe dikin û di maweya 40 salên bihorî de gelek nerihet in. 40 salên dawîn ên desthilatdariya Îranê jî gelek wek xirabptirîn rûpelên dîroka Îranê tên dîtin, çimku hikûmetek heye ku gelek bi xirabî nûneratiya berjewendiyên gelê xwe dike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin