Brett McGurk serdana Reqayê kir

Brett McGurk serdana Reqayê kir

Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Şanderê Taybetê Donald Trump ê Serokê Amerîkayê, Brett McGurk çû Rojavayê Kurdistanê û serdana bajarê Reqayê kir.

A+A-

Şandiyê Taybetê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk û çend berpirsên din ên Hevpeymaniya Navdewletî doh çarşemiyê bi serdanekê gihîştin bajarê Reqayê û bi Encûmena Sivîl a Reqayê re civiyan.

 

Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê, Ebid Hamid Mihbaş  ragihand, wê şandê soz daye wan ku Amerîka d berdewam be li ser alîkariya wan.

 

Derbarê naveroka civînê de, Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê got, ku şanda Hevpeymaniya Navdewletî soz daye wan, ku dê Amerîka bi taybetî û Hevpeymaniya Navdewletî bi giştî, di tevahiya waran de, di aliyên siyasî, leşkerî, aborî û xizmetguzariyê de berdewam bin li ser piştevaniya Encûmena Sivîl a Reqayê.

 

Ebid Hamid Mihbaş got: “Îro şandeke siyasî - serbazî ya pilebilind a Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî serdana Encûmena Sivîl a Reqayê kirin, şandê tekezî li ser berdewambûna piştevaniya Encûmena Sivîl a Reqayê kirin, çi di warê siyasî, ewlekarî, serbazî û xizmetguzazriyê de be.”

 

 

View image on TwitterView image on TwitterView image on TwitterView image on Twitter
 

Visited multiple @coalition-supported projects today in #Raqqa including reopened schools for thousands of children once traumatized by #ISIS — and now visibly eager to learn. #Syria #Stabilization #Daesh #الرقة

Brett McGurk jî derbarê vê serdana xwe de li ser twîtera xwe çend wêne û zanyarî belav kirine û gotiye, ku wan di vê serdanê de çend projeyên xizmetguzariyê û ji wan çend dibistan vekirine.

 

 

View image on TwitterView image on Twitter
 

Our @coaliton supported de-mining teams include these brave Syrians now trained to clear the stadium #ISIS used as its central prison and execution ground. Bombs planted throughout the area. #Raqqa will recover!

View image on TwitterView image on Twitter
 

Our State team in #Syria is doing a remarkable job. AMB Roebuck (left) is our lead on the ground. Mark Stroh (earlier in #Raqqa, at right) now completing successful 12-month tour. Accompanied today in Raqqa by new @StateDept Syria Envoy Joel Rayburn. Strong team getting stronger!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin