Bokserê Kurd dê ji bo Şampiyoniya Cîhanî derkeve pêşberî bokserê Taylandî

Bokserê Kurd dê ji bo Şampiyoniya Cîhanî derkeve pêşberî bokserê Taylandî

.

A+A-

Sibe Kîkbokserê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Ehmed Yûsif Ebdo di lîstika dawî de ya Şampiyoniya Cîhanî ya Kîkboksîngê de, rûbirûyî kîkbokserê Taylandî bibe ku niha qaremanê cîhanê ye.

Bavê Ehmed ji Rûdawê re ragihand, lîstik sibe êvarî demjimêr 22:00an bi dema Almanya ye û li bajarê Essen ê Almanyayê birêve diçe.

Ehmed Yûsif Ebdo xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, qaremaniya Almanyayê ya Kîkbosîngê yên salên 2017, 2018, 2019, 2020, 2021, 2022 standiye, her wiha ya Ewropayê jî 2017, 2018, 2022 beriya 3 salan bi dest xistiye.

Sibe jî di kêşa 65 kg de, Ehmed Yûsif Ebdo rûbirûyî Kîkbokserê Taylandî dibe û yê serkeve, dibe Şampiyonê Cîhanê.

Bavê Ehmed, Yûsif Ebdo yê ku bû mêvanê Rûdawê got, “Morala Ehmed gelekî bilind e, hemû amadehiyên xwe kirine. Rêxistineke Amerîkî vê pêşbirkê birêve dibe,  Ehmed 3 rêkeftin bi wan re çêkir ku di asta cîhanê de bikaribe bilîze û sibe di demjimêr 22:00an de lîstika wî dest pê dike.”

Yûsif Ebdo li ser destpêkirina kurê xwe ji bo werzişê anî ziman, “Piştî 2014an ku em hatin Almanyayê nêzîkî vê lîstikê bû, di 2016an de bi awayekî fermî tê de cih girt, roj bi roj gavên mezin avêtin. Di zaroktiya xwe de yekî xwedevan bû, bi başî dernedikete derve jî. Di destpêkê de me nedixwest ku bilîze lê dema ku me dît serkeftî ye em neçar man ku pişta wî bigirin.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyekî Ehmed Ebdo belav kir û piştevaniya xwe ya ji bo wî ragihand.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin