Bo Rojavayê Kurdistanê parastina hewayî IRON DOME kete rojevê

Bo Rojavayê Kurdistanê parastina hewayî IRON DOME kete rojevê

Jêderên Îsraîlî ragihandin Amerîka dixwaze pergala parastina hewayî ya li dijî moşekan 'Iron Dome' li ser sînorên Başû û Rojavayê Kurdistanê bicih bike.

A+A-

Amerîka dixwaze sîstemekî dijî mûşekî ya pêşketî li ser sînorê navbera Iraqê û Sûriyê bicîh bike.

Sîstema qubeya asinî, sîstemekî dijî mûşekî ye û dijî balefir e. Îsraîl bi alîkariya Amerîkayê ve çêdike.

Çapemeniya Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku meha borî Amerîkayê 9 dane ji wê sîstemê, ji Îsraîlê kiriye û yek ji wan li navçeya Tenef a parêzgeha Dêrezorê ya li başûrê rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Iraqê bicîh dike.

Wekî tê zanîn, dewleta Îsraîlê ji aliyê vê sîstema asîmanî tê parastin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin