Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Biratîya Keran

A+A-

Mela Mihyedîn

Hin tişt hene ji hev gelekî cuda ne û meriv çi bike jî tu carî nikarin werin ba hev. Werin ba hev jî, nikarin tevlî hev bibin û qet nikarin bişibin hev. Wekî agir û pûş, agir û barûd, rûn û av an jî mirov û ker.

Her materyal û her mirov ji materyal û mirovên din cuda ne û yek naşibe yê din lewma hewce nake meriv wan bîne ba hev. Her tişt li cihê xwe azad e û her tişt li cihê xwe xwedî qîmet e. Meriv rabe pengûenan bîne deşta Rihayê an jî deşta Mêrdînê ew pengûenê qet nikaribin li wan deran îdare bikin ji bo ku erdnîgarî qedera mirovan tayîn dike, qedera wan penguena jî hatîye tayînkirin.

Ev pergaleke ecêp ji alîyê Xwedê ve hatîye damezrandin. Her ajal û her mirov xwedî hin taybetên ji hev cuda ne. Hem ji alîyê bîyolojî û hem jî ji alîyê fikrî û çandî ve qet li hev nabin. Hinek xwedîyê axa sarin û nikarin li axa germ îdare bikin. Hinek jî xwedîyê axa germin nikarin li axa sar îdare bikin. Ji xeynî axê jî ji alîyê çandê ve jî hin xetên sor hene mirovan ji hev vediqetîne. Gava meriv wan bîne ba hev wê demê dîrok xwe wê dubare bike. Pirsgirêkên mirovên afrîkayî û mirovên çermsor wê dîsa ji nû ve xwînder bibe.

Mesela pêşî meriv dikare bi kerekî re hevaltî, dostanî û bi biratî tevbigere? Gelo tiştek bi vî rengî pêkan e an na?

 

Dîroka me mirovan û ya keran dighîjê dema şoreşa çandinîyê. Dema me genim çand û me dest bi vêguhestinê kir, ji me re ker lazim bûn û me rabû ker ehîl kirin û me ew kirin bin xizmeta xwe. Ji wê rojê heta niha ew ker ji me re bûne xulam û xizmeta me mirovan kirin û hîn jî dikin.

Kesên xizmetê dikin dikarin ji ser an jî ji begê xwe re bibin bira? An jî gelo evd û Xweda dikarin bibin bira û hevşirîk? Ev her du pirs ji hev hewqasî cuda nînin. Çawa karê evda ji Xwedê re xizmet û xulamtî be, karê kera jî ji mirovan re xizmet û xulamtî ye. Çawa mirov û Xweda nabin bira wisa ker û mirovek ji hev re nabin bira.

Madem ker û mirovek ji hev re nikarin bibin bira ev mesele ji ku derê hat? Wellehî ez jî nizanim hema çi hate hişê min, min ew nivîsî. Nivîsek sergêj derket meydanê. Ez bi keran re nikarim bibim bira, yên dixwazin fermo bibin bira!

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin