Biden: Em dê mûşekên pêşketî bidin Ukraynayê

Biden: Em dê mûşekên pêşketî bidin Ukraynayê

.

A+A-

Serokê Amerîkayê ragihand, ew dê sîstemên mûşekî bidin Ukraynayê daku bikaribe berevaniyê li xwe bike û bi hûrbîniyeke zêdetir hêzên Rûsyayê yên di nav axa xwe de bike armanc.

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Sêşembê di nivîsekê de ku di rojnameya New York Times de hatiye weşandin, amaje bi wê yekê kiriye ku Amerîka dê sîstemên mûşekî yê pêşketî bide Ukraynayê daku bikaribe li hember topxaneya artêşa Rûsyayê berevaniyê li xwe bike.

Joe Biden diyar kiriye, Amerîka çekên giran ên menzîldirêj nade Ukraynayê ku Kyiv bikaribe bi wan çekan kûrahiya axa Rûsyayê bike armanc û bi wê yekê şer gurtir û dijwartir bibe.

Biden dibêje, “sîstem û alîkariyên mûşekî yên pêşketî di destên Ukraynayiyan de hene daku bikaribin di eniyên şer ên hundirê Ukraynayê de êrîşên sererasttir li dijî armancên ku dixwazin, pêk bînin.”

Serokê Amerîkayê herwiha gotiye, her ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve ew bilez tevgeriyane ji bo ku çekên zêdetir bidin Ukraynayê daku bikaribe di şer de li ber xwe bide û hêzeke wê ya zêdetir li ser maseya gotûbêjan hebe.

Biden di vê nivîsa xwe de dibêje, ew Ukraynayê han nadin ku li derveyî sînorên xwe êrîşan pêk bîne. Biden wiha dibêje, “Em ne Ukrayanyê han didin ku li derveyê sînorên xwe êrîşê bike û ne jî em di vî warî de alîkarî didin wî welatî. Em naxwazin ji bo ku Rûsya êşê bikişîne, dema şer dirêj bikin.”

Serokê Amerîkayê destnîşan kiriye, heya Amerîka û hevpeymanên wê rastî ti êrîşan neyên, ew bi awyaekî rasterast tevlî şer nabin, ji ber ku ew şer di navbera NATO û Rûsyayê de naxwazin.

Joe Biden herwiha tekez kiriye, ti planeke Waşingtonê ji bo dijatiya Rûsyayê û ji kar avêtina Putin ji desthilatê jî nîne.

Ji aliyekî din ve, Şêwirmendê Alamnyayê Olaf Scholz ragihandiye ku Almanya û Yûnanê li hev kirine ku Yûnan tankên serdema Sovyêtê bide Ukraynayê li hember wergirtina çekên pêşketîtir ji Almanyayê.

Çavkaniyekî ji ajansa Asociatedpress re ragihandiye, alîkariya nû ya leşkerî ya Amerîkayê bo Ukrayanyê dê îro Çarşembê bê aşkerekirin û bi egereke zêde mûşekên menzîlnavend ên ku mesafeya wan 70 km dibe, pêşkêşî Kyivê tên kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin