Biden: Amerîkî ligel jinên aza yên Îranê ne

Biden: Amerîkî ligel jinên aza yên Îranê ne

.

A+A-

Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşemê got ku welatîyên Amerîkî ligel jinên aza yên Îranê ne li vê dema zêdebûna asta xwepêşandanên dijî hikûmeta Îranê piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê moralî yê Îranê.

Di nav gotara xwe de ya li pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Biden got ku “îro em ligel welatîyên aza û jinên aza yên Îranê ne ewên ku niha xwepêşandanê dikin jibo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn.”

Ev bûye pênc roj ku xwepêşandan li seranserê Îranê didomin piştî kuştina Amînî ser destê polîsê Îranê. Keça 22 salî 13’ê mehê ji alîyê polîsê moralî ve hatibû girtin jiber ku hîcaba wê ne li gor qanûnên tund yên Komara Îslamî hatibû danîn. Di encama lêdan û êşkencekirinê de Amînî hate kuştin.

Netewyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirov banga vekirina vekolîneke serbixwe derbarê kuştina Amînî kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin