Bi reqeman girtîgeh an sitarek navnetewî: Kampa Holê

Bi reqeman girtîgeh an sitarek navnetewî: Kampa Holê

.

A+A-

 Rêveberiya Xweser 16 jin û zarokên çekdarên DAIŞê radestî Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Belçîkiya de kir û berpirsê Belçîkî jî li beramber “rewşa kamp û zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” dilgiraniya xwe derbirî.

Şandeke Wezareta Derve ya Belçîkiya bi serokayetiya Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Belçîka de Eric De Muynck, duh seredana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel Navenda Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya.

Di civînê de Hevserokê Navenda Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, dilgiraniya xwe derbarê girtina dergehê Til Koçer li pêşiya alîkariyên navdewletî nîşan da û got, dê bandora wê ya xerab li ser navçeyê hebe.

Ji aliyê Xwe ve Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Belçîkiya de got, ku wan awayê piştgiriya navçeyê, proseya siyasî ya Sûriyê, egera avakirina dadgehekê ji bo dadgehkirina çakdarên DAIŞê û herweha rewşa mirovî ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirine.

Di dawiya serdanê de, Rêveberiya Xweser 1o zarok û 6 jinên Belçîkî yên DAIŞê, radestî şanda Belçîkayê kirin.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Operasyonan asayişê li nav kampê

Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê Adara îsal bi sedema “zêdebûna bûyerên kuştinê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav kampê û hewla belavkirina hizra tundrewiyê di nav zarokan de” bi beşdariya 5 hezar endamên asayişê, “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê” hatibû pêkanîn.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen gotibû, “53 çeteyên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.”

Herwiha hatibû diyarkirin ku belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re yên li kampê hatine nûkirin û ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî dê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên wergirtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin