Bi kurtayî sîyaseta tifaqan

Bi kurtayî sîyaseta tifaqan

Mustafa Kalpak

A+A-

1

Tifaqên sîyasî ku li ser hilbijartina tê avakirin, bi xwe re kane netîcen baş û xirab bi hev re bîne. Kîjan partî çikas qazanc kirîye, dawîyê de dibe hewceyê analîz û nîqaşê. Hesabê tifaq yên sîyasî her çikas li ser "fêde û qezenc"ê jî be, tu car "fêde û qezenc" wekhev nabin. Alîyeke tifaqê ji yên din zêdetirîn kane xwedî "qezenc" derkeve. Beriya her tiştî lihevkirina muşterek herî mihûm e.

Her tifaqên sîyasî de îtibar, bixwebawerî, xwe rêz girtin û îhtirama xwe zanîn, hertim divê hebe. (Prensîba entegrîta)

Sîyasetê de "qezencên" jî bo civakî/netewî û yên şexsî/partî hene. Carna ev "qezencên siyasî" nêzê hev dibin carna jî dûrê hev dikevin. Du konseptên "fêde û qezenca" divê mirov ji hev cûda bike. Hesasîyeta sîyasetê li vir de ye.

Orîjinalîya me de "qezenca millî " bilind tê girtin.
Îcar prensîbên standart yên "berjewendîyên millî" çine, xet, rê û rêbazê wî çine hê tam ne belû ye. "Stratejîya millî" ne zelal e. Sebebê wê hene. Niha naxwazim behsa wan bikim. Bi kurtî; hewcedarîya bi aqlê selîm heye. Di vir de rola siyasetvanan gelek girîng e.

Em ji sîyaseta tifaqan ve dest pê bikin. Tifaq kane li ser pirsên misexiş /konkret jî bê avakirin û li ser xeta idolojîk û polîtîk yên hevbeş jî bê avakirin. Tifaqê yên miwaqet û konjûktûr, yên dûr û dirêj hene. Yên taktîk û yên stratejîk hene.

Orjînalîya me de "tifaqa millî" ji bo dema pre-statû, berîya bidestxistina statûyê ye.. Tifaka millî xetên wî ne awayê ji bo rêk û pêk birevebirina sîyaseta hevbeş yên îdara civatake xwedî statû, xwedî dûzan e. Miqabilê berîya wî ye.

Partî û tevger, doza çi dikin? Armanca wan çiye? Hêvîya wan ji tifaqê çiye?, Lazim e aşkere be.

Partî û tevgerên ku bi ser navê tifaqe beşdarê hilbijartinê dibin û tê de cîh digrin, tifaqa ku ew bi xwe afirandine divê pê bawer û emîn bin. Kanibin xelkê pê qani bikin. Programa deklarasyona wan yên hilbijartinê divê mimkûn û realîst be. Daxwaz û kirinên wan, polîtîk- pratîk, xwedî fonksîyonel be. Ji slogan û hîsiyatan dûr be. (prensîba realîzme)

 

2

Dîsa orjînalîta me (rewşa me, Bakur) şiklê tifaqên cure bi cure ne. Tifak di nabêna partîyên kurda (îdealîzm-realîzm) û tifaq a wek şiklê piştgirîyê di nabena partîyên kurda û partîyên Tirk /Tirkiyeyî de (pragmatîzm- realîzm) ye.

Tifaqa kurdî, (îdealîzm-realîzm) li ser esasên netewî, şiûr a mîllî ye, ji bo berjewendîyên welatê xwe ye, bi giştî li ser peymaneke hevbeş, li ser lihevkirina destûra sîyasî pêk tê.. Tifaqake navxweyî ye. Bi partîyên kurdî re tê avakirin. Ev tifaq ne li gor tercîhan ava dibe, li gor mecbûrîyetê ye. Bê wî nabe. Ji bo ku kurd karibin daxwaza mafan bikin û xwedî mafên kolektîf derkevin divê himberê dewletê û yasayê wê xwedî îrada sîyasî bin, berê her tiştî. Ji bo wê ji Kurdan re tifaq a millî lazim e. (Prensîba meşrûîyetê)

Tifaq a din li ser piştgirîyê ava dibe. Esasê xwe de ev ne tam tifaq e. (pragmatîzm- realîzm e).
Sîyasetvanên bakur helwesta hilbijartinên serokdewlet, meclis û ya şaredarîya divê ji hev û din veqetîne. Di şertên Tirkiyê de halê hazir nabêna partîyên kurdî û yên tirkan/Tirkiyeyî tifaq ne mimkûn e. Lê, partîyên kurdî an bloka kurdî bê peymanek a lihevkirî li ortê hebe, kane destek bide partîyeke Tirkîyeyî. Piştgirî li ser hesabê pirsên konkret, li ser pîvana "şertên kurda" yên makûl, kane bê dayîn. Piştgirî kane ji bo meclisê be jî, ji bo serokdewletê be jî. Bi ya min qîmeta hilbijartina meclîsê nemaye. Hilbijartina Serokdewlet herî mihûm e.

Şertên destekdayînê çine?

a) Destek, ne bazarîya bidestxistin an qezenckirina hin kûrsîyên meclisê ne. Heta sonda meclisê hebe bloka millî meclisê ji xwe re heram dike. Sonda meclisê kifur e.

b) Destek, ji bo sîyaseta ku dê bê ajotin tê dayîn. Ew sîyaset ji pirsa kurd re divê xwedî tehamûl û xwedî tolerans be.

c) Destek ji bo sîyaseta gewirandinên yên pozîtîf be ku pê pirsa kurd bê xwedîkirin. Destek, ji bo pêşvebirin û parastina qalîta statûya demokrasî ya plûralîst be. Ji bo destkeftin û pêşvexistina mafên piralî be. Destek, ji bo reformên pêşwerû be. Ji bo gewirandina destûra esasî be, ew pê hebûna kurdan û mafên wanê demokratîk bê parastin.

 

3

Di hilbijartina herêmî de partîyên kurdî (bloqa millî) li welatê xwe, li navçên xwe divê bi serê xwe ji bo birêvebirina îdara şeredarîya bi partîyên Tirk/Tirkiyeyî ve têkeve reqabetê û bi vê awahîyê beşdarê hilbijartinê bibe. Di vir de tercîh tûne. Rêyek tenê heye, tifaqa milî ye, afirandina îrada sîyasî ye.
Li bakurê Kurdistanê îhtiyaca alternatîfa sîyaseta sêyemîn a Kurdî heye. Di hilbijartina 31 Adara 2019an de starta vî karî hatîye avêtin. Pîroz be!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin