Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Bi gaziya Hawarê de werin!

A+A-

Li diasporayê zimanê kurdi heta çend generasyona dê bijî?

Hejmara yekem a Kovara Hawar ê, di sala 1932yê de bi van gotinên Mîr Celadet Ali Bedirxan destpê dike:

"Bi gaziya Hawar ê de werin!! Hawar hat hawara me!

Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwe nasîne,

Xwenasîn, ji mere rêya felat û xweşiyê vedike.

Herkesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin

Hawara me, berî hertiştî, heyîna zimanê me dê bide naskirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîne.”

Di sala 2007ê de, di konferansek li ser ziman û edebiyata kurdî ku li Stockholmê pêk hatibû de ez jî yek ji beşdaran bûm. Li wir gotara pispora rojhilata navîn kurdolog Dr. Christine Allison, ya bi navê”mirina zimanekî  rind” pir bala min kişand…

Dr. Allinson ku bi eslê xwe Îngîlîz e, bi kurdiya kurmancî axivî û bi teybetî li ser pêşeroja zaravaya  kurmancî li bakurê Kurdistanê sekinî.

Mijara gotara Dr. Allison ”Zimanek çawa dikare bimre” bû. Allison çend gotin   ji pirtûka Proffesor David Crystal pêşkeş kir, ku li gor wî, şeş qeydê ji bo pêşdeçûna zimanekî ku di bin tehdîdê de be heye:

-Zimanekî di bin tehdîdê de dikare pêşde biçe, heger gotevanên wî bikaribin giranbihaya xwe li nav civata desthilatdar de mezintir bikin.

-Heger, gotevanên wî bikaribin rewşa xwe ya aborî dewlemendtir bikin, wekî mirovên civata desthilatdar.

-Heger, gotevanên wî  zimanî bi awayekî meşrû bikaribin quwetên xwe xurttir bikin, li nav civata desthilatdar.

-Heger, gotevanên wî di sîstema perwerdehî de hebin.

-Heger, gotevanên wî bi zimanê xwe binivîsînin.

-Heger, gotevanên wî bikaribin zimanê xwe, di teknolojiya  elektronikê de bixebitînin.

Pirs hat kirin ku li gorî ku lingvîst(zimanzan) dibêjin heya 40-50 salê din dê gelek ziman ji holê rabin. Gelo ev xeter li ser zimanê kurdî jî heye? 

Dr.Alisson got ku ew bixwe wê xeterê ji bo zimanê kurdî nabîne lê heger ku weha  berdewam bike, ew tirsa ku zaravayê kurmancî jî bibe yek ji van zimanê wendabûyî, heye.

Dr.Allison li wir bal kişand ser rewşa zaravayê kurmancî li bakurê Kurditanê û got ”Wek em hemî zanin li Tirkîyeyê gelek qedexebûn di  qanûnan de û di piratîkê li  ser kurmancî heye. Ev yek jî malbatên kurd dixe helwestên cuda. Gelek malbatên Kurdan girîngîyê nadin zimanê xwe û bi zarokên xwe re, ji bedêla kurdî bi tirkî diaxivin. Ew ne bese, perwerdê ya zarokan jî bi zimanê tirkî ye. Ev jî dike ku zarok di zimanê deshilatdar de zîrektir dibin û zimanê malê feqîr û lawaz dimîne. Prestija zimanê kurdî li nav kurdên bakur de ne bilinde û bilindkirina wî jî ne karekî hêsan e.”

 

Li gora ku Dr.Allison digot, rewşa  kurmancî ne tipîk e, ne wek rewşa zimanê  biçûk ku li cîhanê  dimirin e, lê heger  weha berdewam bike, tevlî ku  kurmancî zimanê bi milyonan Kurdane jî, xetereke mezin li pêşya kurmancî jî heye. Dema dayik û bav bi zarokên xwe re kurmancî neaxivin, şansê jiyan û berdewamiya kurmancî wê nemîne, di demek nezîk de wê kurmancî li bakurê Kurdistanê têk here. Ji ber ku gotevanên wê kêm dibin…

Belê ev gotar ya kurdolog Dr. Christina Allison ya 14 sal berê ye!! Jinek biyanî bi kurmanciyek zelal ji beşdarên kurd re, li welatekî Ewropa behsa ”mirina zimanekî rind” dikir.

Belê, ji bo ku qedera zimanê me jî nebe wek ya: ” mirina zimanekî rind” Em dikarin çi bikin û çi nekin? Em wek dayik û bav çi bikin? Em wek kes/individ çi bikin? Û wek civak em dikarin çi bikin ?

Em van pirsan ji xwe bikin, em ê çawa bikaribin  qîmeta zimanê xwe bizanibin û prestîja zimanê xwe bilind bikin?

Ma gelo zimanê kurdî bi rastî jî li ber mirinê ye? Em çi bikin ji bo ku zimanê xwe yê bi hezaran salan, bi devkî û nivîskî ji bav û kalan de hatiye heta vê dema nû demê zindî bihêlin?

Zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û li Diasoprayê ne zimanê perwerdeyê ye, tenê wek dersa bijarte tê hilbijartin û zimanê ku li tenê li hundurê malê  dijî, di nav malbatê de jî, wek berê  neyê axaftin, têra ku zimanek bijî û berdewam bike, nake, loma jî metirsîya ku kurdî di nav ciwanên li Diasporayê de pir lawaz bîmîne pir bilind e…

Ji ber ku jiyana rojane, li bazarê li kar, li dibistanê, bi hevalan re û li hemû qada jiyanê û civakê de herdem zimanê wî welatê ku kurd lê dijîn dipeyivin loma jî zimanê kurdi lawaz dimîne. Ji ber ku kurdî tenê li hundurê male tê axaftin ku ew jî têr nake…

Li vir barê giran dîsa dikeve ser dayik û bavan ku  ji xwe  re bikin xem û wezîfe ku li ser bisekinin, bi zarokên xwe re herdem bi kurdî bipeyivin û ji wan re herdem grîngiya çima divê kurdî bipevin bêjin.

Çima zimanê kurdî pêş nakeve, ji ber ku di civaka ku lê dijîn de ciyê zimanê kurdî têde pratik bikin pir kême û tenê di nav malbatê de bi sinor dimîne ….

Malbat divê li ser bisekinin, lê divê politikaya dewletê were guhertin û zimanê kurdî ne tenê wek dersa hilbijarî be, lê di nav dersên bingehî de, be wek hemû zimanên perwerdeyê…

Dema mirov di zaroktiya xwe bi kurdî mezin bibe ew tesîrek erênî dike û heger ku berdewamiya wê axaftina zimanê dayikê bi perwerdeya bi zimanê dayikê berdewam bibe, wê demê, hişmendiya zimanê zikmakî û gringiya wê li ba wan mirovan kok dide …

-Bawerim bala we jî kîşandiye ku di sosyal medya de gelek caran klip,video foto û tiştên ku tên belavkirin bi kurdî ne,  lê yên ku parvedikin  sernivîsa agahdariya wê videoya bi naveroka  kurdî mixabin bi tirkî dinivîsninin…

Malbatên kurdan li metropolên tirkan bi zarokên xwe bi tirkî mezin dikin û malbatên kurdan li Diasporayê jî li ser wê şopê ne… Lê sedem hinekî ji hevdû cudaye. Hişmendiya li ser zimanê kurdi li Diasporayê pir bilind e, lê imkan jî ewqes kêm in.  Ji ber ku, Ciwaka lê dijîn, perwerde, çand, muzîk û jiyan bi zimanê wî welatê ku ew lê dijîn e. Loma jî, zarok tenê bi kurdiya hundurê malê dimînin û ew jî gelek caran lawaz dimîne.

Dema dayik û bav bi kurdî neaxivin ji zarokên xwe re çîrok, metelok lorîk, pêkenokan bi kurdî nebêjin,li muzîka kurdî guhdar nekin, wê gelek zahmetîyê bikşînin ku çand  zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin û zarok jî wê ji dewlemendiya zimanê xwe bêpar bimînin.

 

Rewşa zimanê kurdî, rewşa gelê kurd û netewa kurd bi hevûdin ve girêdayî ye.

Zimanê kurdi li Diasporayê jî, di nav neslê nû de di tehlûke/metirsiyê de ye.

Ji bilî başûrê Kurdistanê li sê aliyên din yên Kurdistanê tu statuyeke fermî ya zimanê kurdî tune. Kurd bi milyonan nifûsa xwe, li Bakurê Kurdistanê hîn jî, ji mafê bi zimanê xwe yê perwerdebûnê bêparin..

Zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û li Diasoprayê  ne zimanê perwerdeyê ye, tenê wek dersa bijarte tê hilbijartin û zimanê ku tenê li hundurê male di nav malbataê de tê axaftin Ev jî têra ku zimanek bijî û berdewam bike nake, loma jî metirsî ew e ku kurdî di nav ciwanên li Diasporayê de  lawaze.

Ji ber ku jiyana rojane, li bazarê li kar  li dibistanê , bi hevalan re û li hemû qada jiyanê û civakê de herdem zimanê wî welatê ku kurd  lê dijîn dipeyivin loma jî zimanê kurdi lawaz dimîne. Ji ber ku ew tenê û tenê li hundurê male tê axaftin. Ev jî têr  nake..Li vir bar gelekî dikeve ser dayik û bavan ku ji xwe  re bikin xem û wezife ji bo li ser bisekinin ku bi zarokên xwe re herdem bi kurdî bipeyivin û çima  DIVÊ bi  kurdî bipevin.

Em wek kurdên ku bi kurdî(kurmancî, zazakî) dizanin, di hemû warê jiyanê de, li malê, li kar, li kolanan, di ticaretê de, di sîyasetê de, di xebatên rewşenbîrî de , her divê em kurdî bikin zimanê xwe yê esasî, Kurdên ku bi kurdî nizanin, hewl bidin kurdî fêr bibin.

Û divê bi hemû îmkan û peywendîyên xwe, em piştgirîya kampanyaya "zimanê kurdî bibe zimanê  fermî, bibe zimanê perwerdeyê" bikin. 

Tê gotin ku Ziman STÛNA netewekê ye, ferqa di navbêna netewan de tenê zimane.

Heger em bi Kurdî nepeyivin, em nikarin bi Kurdî bifikirin.

Heger em bi Kurdî nefikirin em nikarin bi Kurdî hîs bikin.

Heger em bi Kurdî hîs nekin em nikarin wek neteweyekî kurd tev bigerin.

Loma jî "JIYAN BI KURDÎ XWEŞE ! "

Roza Kurd  2021-08-12

Önceki ve Sonraki Yazılar