Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin

Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin

.

A+A-

 Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham hikûmeta nû ya Sûriyeyê hişyar kir û got, eger hêza leşkerî li dijî Kurdan û HSDyê were bikaranîn ew dê Qanûna Sezar vegerînin.

Lindsey Graham li ser îhtimala êrişa hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Kurdan daxuyaniyek da.

"Dê bibe sedema bêaramiyê"

Graham diyar kir ku êrişeke wiha dê bibe sedema nearamiyê û got:

"Eger hikûmeta nû ya Sûriyeyê hêza leşkerî li dijî Kurdên Sûriyeyê û HSDyê bi kar bîne, ev yek dê li Sûriye û herêmê bibe sedema nearamiyeke mezin û dê nîşanî min bide bê ka ev rejîma nû çi ye."

"Ez dê sizayan zindî bikim"

Senatorê Komariyan Lindsey Graham gefa vegerandina cezayên Qanûna Sezar (Caesar Act) jî xwar û anî zimên:

"Eger hikûmeta Sûriyeyê çalakiyeke leşkerî pêk bîne, ez dê her tiştê ji destê min tê bikim da ku cezayên Qanûna Qeyser zindî bikim û wan hîn girantir bikim."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin