Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Yekîya Awropa ji bo nûbûna Sûrî, biryar daye ku li ser navê “alîkariyê” 620 mîlyon Euro bo Jolanî û çeteyên wî dişîne!

A+A-

Cano Amedî

Ev ne alîkarîye, ev hevkarî û piştgirîya qetlîam û komkujîyê ye! Ev şirîkatîya tawanbarî û sûcdarîyê ye, ev alîkarîya xwîn rijandinê ye!

Divê raya giştî ya cihanê û ya yekîtîya Ewropa rê nede ku rejima terorist ya HTŞ/ÎŞîD ku girêdayî Ahmed Şara ((Jolanî) ye xwînê bi rêjîne! Divê raya giştî nebe temaşvanê pasîf û bêdeng! Divê bi bertekên wîjdanî, exlaqî û hûqûqî berpirsîyarîya xwe ya mirovahî bi cîh bînin!

Divê baş bê zanîn ku ev alîkarî, gava bê kontrol û bê şert; rewşa rîsk û qetlîaman li ber çav neyê girtin wê li ser erdê wek bomb û roket li ser sivîlên Kurd vedigere!

Ev alîkarî hêzên Terorist yên HTŞ û ÎŞÎDê fînanse dike û wê di encamê de zirar bidin civata Ewropa jî!

Ev pere, ev alîkarî divê bi lez û bê şert were rawestandin!

Rayedarên yekîtîya Awropa divê destên xwe ji vê xwînê bikişînin û nebin şirîkê Komkujîyên li dijî miletê kurd û yên li dijî pêkhatîyên Surî!

Dîaspora kurdî divê bi lezgîn li seranserê Ewropa û Emerîka dengê xwe bilind bike û rê ber qetlîaman rawestîne!

Ji kerema xwe beşdarî vê qampanyayê bibin, îmze bikin û parve bikin... Dengê xwe bigihîjînin hev...

NO to €620 million from Europe for Jolani’s Syrian regime.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin