
Diakurd: 80 saliya Komara Kurdistanê pîroz be!
.
Konfederasyona Kurdên Diaspora (Diakurd), bi daxuyaniyekê 80emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bi şanazî bi bîr anî û li hemû miletê Kurd pîroz kir. Diakurdê destnîşan kir ku Komara Kurdistanê her çend di demeke kurt de jiyabe jî, di dilê gelê Kurd de her zindî ye.
Daxuyaniya Diakurd wiha ye:
80 saliya Komara Kurdistanê pîroz be!
Em 80 emîn salvegera damezrandina komara Kurdistanê weke rûpelek zêrîn ya dîroka me bi şanazî bi bîr tînin û li hemû Kurdistaniyan pîroz dikin. Em hêvî dikin gelê me li hemû beşên Kurdistanê bo mafê çarenivîsê û komarekî mayinde li pêşerojê têbikoşin.
Diroka gelê me dîroka serhildan û berxwedanê ye. Heta ku gelê Kurd, mafên xwe yên bingehîn bidest bixe dê tekoşîn berdewam be.
Komara Kurdistanê di dîroka gelê me de qunaxekî herî bilind û teybetî ye. Her çend Komara Kurdistanê di demek kurt jî jîya be lê Komara Kurdistanê di dilê gelê kurd da zindî maye û dê her zindî bimîne.
Di asta navneteweyî de guhartinên lezgîn dibin, lê guhuranên herî mezin di gelê kurd da xwe nîşan dide. Hesta niştimanperwerî di nav gelê kurd da geheştîye pileyeke bilindtir.
Xwepêşandanên berîn li dijî rejîma Îranê 3 hefte ne dom diki. Bi dehan hezaran kes hatine kuştin, birîndar kirin an di hepsa de benda hikma sêdareyê ne. Rojhilatê Kurdistanê jî tewlî wê bizavê bûye û ji bo bidestanîna mafên xwe yên rewa têdikoşe. Di vê navberê de heft partîyên sîyasî yên Rojhilata Kurdistanê ji bo yekîtîya neteweyî hingaveke dîrokî avêtin. Em biryara damezrandina Navenda Diyalogê wek hingaweke erênî dibînin, piştgirîya wê hewldanê û serhildana nû dikin. Em bi hêvî ne. Gelê me dê di bin çetra neteweyî de bigehe armancên xwe yên pîroz û rewa.
Doza gelê kurd êdî bûye pirsgirêkek navneteweyî. Eger em sîyasetên şaş nemeşînîn, yekitîya xwe têkuz bikin, pêşeroja me kurdan dê ber bi başîyê ve biçe.
Têkoşîna gelê Kurdistanê li Rojeva û Rojhilata Kurdistanê hêvîyeke mezin dide miletê me. Em bi germî silav li têkoşerên qehreman ên Rojeva û Rojhilatê dikin.
-Bijî Kurd!
-Bijî Kurdistan!
17 çile 2026
D I A K U R D


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin