Bexda: Em êrişên li dijî Efrînê şermezar dikin

Bexda: Em êrişên li dijî Efrînê şermezar dikin

Wezareta Derve ya Iraqê ji bo êrişa artêşa tirk a li hemberî Efrînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de êrişa li ser Efrînê şermezar kir.

A+A-

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî li ser malpera xwe ya taybet daxuyaniyek belav kir û got:

"Em destewerdana Tirkiyeyê ya li herêma Efrînê şermezar dikin. Bê çawa em destwerdana Başîqayê qebûl nakin em destwerdana her welatekî di karûbarên welatekî din de red dikin."

Îbrahîm Ceferî wisa domand: "Rewşa niha ya Sûriyeyê ji berê baştir e ji aliyê serederiya ligel welatên cîhanê. Divê hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtî û aramiyê di hewldanên xwe de berdewam be."

Ev nûçe 662 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin