Bersûcê Qetlîama Vartînîsê hîna jî nehatiye girtin

Bersûcê Qetlîama Vartînîsê hîna jî nehatiye girtin

.

A+A-

Heyeta dadgehê di doza Qetlîama Vartînîsê de biryar da ku li bendî zeftkirina bersûcî bimînin.

Di doza Qetlîama Vartînîsê de digel ihtimal heye ku dema qanûnî ya dadgehkirinê biqede jî, ti pêşketin nebûye.

Dadgehkirina ku ji nû ve tê kirin duh (4ê Çiriya Paşiyê) li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê pêk hatiye. Heyeta dadgehê piştî li gilîkaran guhdar kiriye, dadgehkirin taloq kiriye.

Bixwîne - Di doza Vartînîsê de dadgehê biryara girtina fermandarî daye

Dadgehkirin wê roja 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an dewam bike.

Kadîr Çelîk, Serokê Baroya Mûşê û parêzerê qurbaniyan ji bianetê re gotibû ku ihtimal heye dema qanûnî ya dadgehkirinê biqede:

“Hê metirsî heye ku dema yasayî biqede. Lê em li bendê ne ku piştî biryara girtinê pêk were, pêvajoya dozê bilez bibe, di çend danişînan de biryar were dayîn.”

Piştî 28 salan birpara zeftkirinê dabû

“Hê metirsî heye ku dema yasayî biqede. Lê em li bendê ne ku piştî biryara girtinê pêk were, pêvajoya dozê bilez bibe, di çend danişînan de biryar were dayîn.”

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di biryara xwe de gotibû ku peyketin û lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin ji nû ve pêk were.

Daîreya Cezayan a Yekem a Dadgeha Bilind, biryar dabû ku Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê navçeyê yê wê demê berpirsiyarê qetlîamê ye.

Dadgeha Bilind, biryara beraetê ya Karaoglûyî ya ku dadgehê dabû bi gotina “Karaoglû, biryara şewitandina gund daye” qebûl nekiribû.

Piştî vê birarê dadgehkirin di 21ê Îlonanê de careke din li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê destpê kiribû.

Parêzerê bersûcî jî beşdar nebûye

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di danişîna duh de xizmên qurbaniyan, Aysel Ogut, Abdullah Ogut, Nurullah Ogut, Murat Ogut û parêzerê wan Fûat Ozgur beşdar bûne.

Bersûc Karaoglû hîna fîrarî ye û parêzerê wî jî hincetek nîşan daye û beşdarî danişînê nebûye.

Abdullah Ogut û Mûrat Ogutî di axavtinên xwe de xwestine bersûc demildest were girtin.

Parêzer Fûat Ozgurî diyar kiriye ku 28 sal in ev doz gelekî bêbandor tê birêvebirin û bal kişandiye ser necezakirinê:

“Em dixwazin bila bi rêya Interpolê li bersûcî bigiren û ji bo vê jî nivîsekê ji serokatiya îstixbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re binivîsin.”

Serokê dadgehê gotiye ku bersûc Bulent Karaoglû hîna nehatiye zeftkirin û biryara zeftkirina wî  dewam dike. Dadgehkirin wê 9ê Kanûna Pêşiyê dewam bike. (AS/FD)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin