Berpirsekî girîng yê DAÎŞê hatîye kuştin

Berpirsekî girîng yê DAÎŞê hatîye kuştin

Li bajarê Nangarhara rojhilatê Efganîstanê berpirsê DAÎŞê yê îstixbarata Horasanê, Esadullah Orukzey hatîyekuştin.

A+A-

Li bajarê Nangarhara rojhilatê Efganîstanê berpirsê DAÎŞê yê îstixbarata Horasanê, Esadullah Orukzey hatîyekuştin.

Li gor daxuyanîya Serokatîya Ewlehîya Netewî ya Efganîstanê bi operasyonekê berpirsê DAÎŞê yê Horasanê hat kuştin.

Di daxuyanîyê de hat gotin Esadullah Orukzey hin çalakîyên bixwîn kirine û li dijî grubên terorî operesyonên bi vî awayî wê dewam bikin.

Par meha tebaxê li paytexta Efganîstan Kabilê êrîşekê xwekuşî li eywana dawetekê hatibû kirin û di encama vê êrîşê de 63 kes jîyana xwe ji dest dabû, 182 kes jî birîndar bûbûn

DAÎŞê êrîş girtîbû ser stûyê xwe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin