Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê guherî

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê guherî

Îro bi merasîmekê, bi amadebûna hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî postê berpirsatiya Mihwerê 5an ê hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê, radestî Nûrî Heme Elî kir.

A+A-

Îro di merasîmekê de, bi amadebûna hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî postê berpirsayetiya Mihwerê 5an a hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê, radestî Nûrî Heme Elî kir û biryar e di çend rojên dahatî de, Kemal Kerkûkî wekî berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê, dest bi kar bike.

Hate ragihandin, ku Kemal Kerkûkî berpirsayetiya Mihwerê Rojavayê Kerkûkê radest Nûrî Heme Elî kir.

Nûrî Heme Elî ragihand, ku ew ê erk û karên serbazî li wî mihwerî berdewam bike. Heme Elî diyar kir, ku guhertina postan, li ser biryara Serok Barzanî bûye.

Derbarê vekirina riya Hewlêr- Kerkûkê û mana Pêşmerge li sînorê Pirdê got: Em di wê baweriyê de ne ku hefteya dahatî, berî cejna Qurbanê, riya Kerkûkê bê vekirin. Pêşmerge jî wê li cihên xwe bimînin heya ku ferman bên dayin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin