Berhem Salih destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir

Berhem Salih destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir

Serokomarê Iraqê Berhem Salih destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya wî welatî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan Berham Salih nameya destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di nameya xwe de gotîye, “Daxwaza lêborînê dikim, ez nikarim Eshed Îdanî bo rapispêrim bo postê serokwezîrîya Iraqê û amade me destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikim.”

Berhem Salih di nameya xwe de dibêje, “Nivîsa parlamentoyê derbarê mezintirîn firoksîyon û nivîsa hevpeymanîya Bîna derbarê berbijêrkirina Eshed Îdanî bo postê serokwezîrîyê gihiştine destê min. Hevdem li gel pabendbûna min bi deqa destûr û hewlên aramkirina vê rewş hestyar ku Iraqê tê re derbas dibe û ji ber erkê serokomar ku neçar e palpiştîya hevtêgihiştinê bike taybet bi berbijêrek bo serokayetîya hikûmeta bê ku pêwîst e bi du daxwazên xelkê de biçe.”

Di nameya xwe de Serokomarê Iraqê dibêje, “Eshed Îdanî, berbijêrê hevpeymanîya Bîna, ranaspêrim bo pêkanîna hikûmeta bê û amadebûna xwe bo destjikarberdanê dixime ber destê endamên parlamentoya Iraqê bo ku ew weke nûnerên gel biryarê li ser bidin.”

Tevî ku dawî bi maweyê destûrî yê raspartina serokwezîrekî bo pêkanîna kabîneya nû ya wî welatî li Iraqê, lê alîyên sîyasî heta niha jî li ser berbijêrekî bo postê serokwezîrîyê li hev nekirine.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî roja 30ê meha derbasbûyî destjikarberdana pêşkêşî parlamentoya wî welatî kiribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin