Berdevkê PAKê Henifî Turan Sîyaseta Tirkîyê ya Derbarê Koçberan şîrove dike

Berdevkê PAKê Henifî Turan Sîyaseta Tirkîyê ya Derbarê Koçberan şîrove dike

.

A+A-

Tirkîyê, piştî ku Talîbanê Afganistan kontrol kir, rastî krîzeke din ya penaberan dibe.

Afghanîyên ku ji welatê xwe direvin, bi qaçaxî rêyên dûr û dirêj qut dikin ku xwe bigihînin Tirkîyê bi hêvîya ku karibin derbasî Ewrupayê bin.

Serokê Tirkîyê Recep tayyip Erdogan lê mukur hatîye ku Tirkîyê rastî pêleke din penaberan dibe û wezîrê wî yê berevanîyê Hulusî Akar ragihand ku ew hêzan li ser sînorê bi Îranê re belav dikine û avakirina dîwarekî li ser sînor di qonaxên xwe yên dawî de ye.

Lê peratîyên opozisyonê rexneyan li Erdogan û hikûmeta wî dikin û dibêjin hikûmet ji bo qezenkirtina pereyan çavê xwe li derbasbûna penaberan digre.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, Tirkîyê mêvandarîya hejmara herî mezin a penaberan li cîhanê dike, ku 3.6 milyon Sûrî û bi sed hezaran ji welatine din in.

Tirkîyê ku endameke di rêkeftina penabera ya sala 1951an û Protokola 1967an de, kar li ser hin çaksazîyan dike ji bo avakirina sîstemeke penaberîyê ku bi pîvanên navnetewî re li hev bike.

Ew welatê ku berê di kirîzeke abûrî re derbas dibe û hesteke nefreta ji hebûna penaberan li wir carne derdikeve holê, çawa dikare serederîyê bi vê pêla nû ya penaberan re bike?

Sîyaseta Tirkîyê di derheqa koçber û penaberan de çawa ye û pêwîst e çi bibe?

Henîfî Turan, endamê Berdevkê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ku li bajarê Dîyarbekirê dimîne û Mehfûz Yildiz, şîrovekarê sîyasî ku li Holandayê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke:

VOA Kurdî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin