Berbirsên Rejîma Îranê îtraf dikin ku nikarin gola Urmîye zindî bikin

Berbirsên Rejîma Îranê îtraf dikin ku nikarin gola Urmîye zindî bikin

.

A+A-

Berpirsekî Wezareta Wizeya rejîmê yê bi navê “Mesûd Baqirzade Kerîmî” gotiye: “Renge êdî em nekarin gola Urmiyê bi tevahî zindî bikin û em divê rastiyan qebûl bikin ku, hewa guheriye û bikaranînên avê jî zêde bûne”.

Berpirsê Devera Avrêja Gola Urmiyê li Wezareta Wizeya rejîmê “Mesûd Baqirzade Kerîmî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Hemşehrî Online” de gotiye: “Tenê beşek ji gola Urmiyê rengehiya zindîkirina vê he ye û ti garantiyek yasayî tinîne ku ava palavtingehên averoyên bajarê Tewrêz û Urmiyê û 650 hezar metra 3cî ava avrêjên wê golê ber bi vê golê ve biherikin û kes vê avê bikar neyîne”.

Rejîma Îranê dixwaze bi veguhastina avê ji bendava “Kanîsêv” gola Urmiyê zindî bike lê, paşkevta ava bendava “Kanîsêv” bi qasekî kêm e ku nikare heta beşek kêm ji vê pirsgirêkê çareser bike.

Bendava “Kanîsêv” tevî ku bi zanistî nehatiye çêkirin, bûye sedema hişkbûna deverê û heta kanalên ku bo veguhastina avê bo gola Urmiyê çêkirine nezanistî ne û di çend cihan de teqiyaye.

Rejîma Îranê ti bernameyek zanistî û bi wec bo zindîkirina gola Urmiyê tuneye û bûdceyên dabînkirî jî ji aliyên berpirsan ve li cihên nexuya tên mezaxte kirin.

Çavkanî: Kurdistanmedia.com

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin