Ber bi felsefeyeke neteweyî: “Ziman, gotinên pêşiyan û dîroka kurdan”

Ber bi felsefeyeke neteweyî: “Ziman, gotinên pêşiyan û dîroka kurdan”

Umîd Demîrhan nivîsî: Ber bi felsefeyeke neteweyî: “Ziman, gotinên pêşiyan û dîroka kurdan”

A+A-

Umîd Demîrhan

 Felsefe, ziman, zargotin, welatparêzî, aqilmendîya gel, erf-edetên kal û bavan,

dengê pêşîyên me – ev hemû di vê nivîsa zaneyekî gelê me da ne,

ku li welêt ji diya xwe bûye û hema li wir jî çanda welatê xwe şên dike û raberî me dike.

Pêşek

Ev demek e dirêj e ku kovara Felsefevan hewl dide ku zimanekî felsefî yê kurdî biafirîne û heta niha karên qenc jî kirine; lêbelê pirsgirêkek heye ku dîroka felsefeyê kurdan hîç û pûç dike. Bi gotineke din gava dîroka felsefeyê bi feylesofên yûnanî tê destpêkirin û bi destî rewşenbîrên ewro-amrîkî tê bipêşvebirin, kurd wekî parsekên zanîn û fehmkirinê xuya dibin. Gelo kurdan di dîroka xwe de li ser “hizirîn”ê qet tiştek negotiye û nekiriye? Ne mumkin e ku gelekî qedîm tu qenciyek pêşkêşî cîhanê nekiribe. Wisan e, sedema vê nexuyabûna kurdan a li warê “hizirîn”ê çi ye? Em ê di vê kurtenivîsê de qala vê mijarê bikin û hewl bidin ku çarçoveyeke giştî ji bo felsefeya kurdî ya neteweyî pêşkêş bikin.

  1. Li ser destpêka felsefeyê çend gotin

Wekî ku di tevahiya hînkerên felsefeyê de hatiye nivîsîn, têgihîna “felsefe”yê ji cotepeyvên “phila” û “sophia”yê pêk hatiye ku tê wateya “gera li pey zanînê, hezkirina hînbûnê” û filan, bêvan… Divê bê zanîn ku heta destpêka “Keşfên Cografî” yên ewropiyan di wêjeya Hind û Çînê de peyva “felsefe”yê nehatiye tomarkirin; lê ev nayê wê wateyê ku beriya “felsefeya yûnanî” li van deveran rêbazên hizirînê tunebûye.

Sedema yekane ya navdariya felsefeya yûnanî ew e ku heta demeke dereng neketiye ber pêla dagirkeriya ereban a bi navê “futûhat”ê, ya tirkan a bi navê “gazawat”ê û ya farsan a “cenghayê şahînşahî”yê; lewre nimûneyên wê hatine parastin. Her wiha sedema têkçûna berhemên felsefî yên Kurdistan, Aran, Xoresan, Segistan, Belûçistan, Sind û Hindê ew e ku di pêla pêşîn (xulefa), duyem (emewî) û sêyem (ebasî) a desthilatdariyên ereban de hatine tunekirin, şewitandin, windakirin. Lewre hemû şaristaniyên ku destê dagirkeriya ereban negihiştiyê, wan mîrate û kelepora xwe parastine. Divê bê zanîn ku exlaq û tevgera ereban a futûhatan bûye nimûneya tirk û farsan jî; wan jî hemû hêmayên netirkî-nefarsî ji holê rakirine, di tevahiya desthilatdariyên xwe de bi heman şêweyî miameleya çandên biyanî kirine. Sedema sereke ya veguhastina çanda yûnanî jî bi armanceke qirêj e. Emewiyên ku nedixwestin welatî li ser xerabiyên wan bifikirin û bi huqûqa îslamê ceza bidin wan, rojeva welatê xwe yê berfireh bi van zanyariyên yûnanî ve dadigirtin. Heta gelek berhemên çanda yûnanî yên resen winda bûne û piştre ev berhem ji wergerên erebî yên rûçikandî hatine bidestxistin ku ji aliyê “Dar’ul-Hikme”ya emewî û dibistanên endelusî ve hatine parastin.

  1. Destpêka berhevkirina felsefeya rojhilatê

 

Di dawiya desthilatdariya emewî û destpêka ebasiyan de dijbereyê (muxalefetê) berê xwe dabû çanda rojhilatî û bermayeyên devkî yên Kurdistan, Aran, Îran û Sind-Hindê berhev dikirin. Her çiqas berhevkirina vê çandê bi kêrî dîroka gelên van deveran hatibin jî, armanca vê tomarkirinê jî qirêj bû. Dijbereya ereb dixwest ku bi awayekî ji emewiyan rizgar bibe û bêyî biyaniyên rojhilatî ev ne pêkan bû. Lewre wekî bertekeke li dijî emewiyan dest bi vê berhevkariyê kirin.

Bi rastî piştî têkçûna emewiyan û serkeftina dijbereya ebasî belgeyên girîng ji çanda rojhilatî nemabûn; tenê tomereyên devkî yên gelêrî mabûn ku farsan piştre li ser wan destkeftiyan felsefeya xwe ya neteweyî ava kir. Lê belê vê rewşê jî zêde nedomand û tirkên dagirker heta Bexdayê hatin, wan jî piraniya van berhemên muxalifî emewiyan şewitand. Dîsa jî berhemên rizgarbûyî têra danîna bingehekê dikir û bi vî awayî felsefeya rojhilatî ya emewî-ebasî derkete holê. Xwedê rastiyê hez bike, çanda emewî-ebasî jî kopyeyekê çanda rûçikandî ya yûnanî ye ku dibistanên wekî “murcieyî”, “mutezîleyî”, “kelamî”, “sûfî”, “cebrî”, “qederî”, “ixwanusafayî”, “matûrîdî”, “eşarî”, “îşraqî”, “selefî”, “tabiî”, “dehrî”, “behayî”, “îsmaîlî”, “nuseyrî”, “meşaî”, “hurûfî”, “batinî”, “muşebihî”, “mucesimî” û hwd ji wê zane, bi şîrê wê têr bûne. Lê belê li kêleka van dibistanên hizrî yên qaşo îslamî de çend dibistanên medoparsî yên wekî “manîheyî”, “zerdeştî”, “durzî (durustî), “xuremdînî” û hwd jî derketine holê ku hewlên avakirina felsefeyeke neteweyî ne. Ji aliyekî din ve, her çiqas beşeke Turkistan û Hindistanê ketibe destê ereban jî dibistanên felsefeyî yên wekî “şamanî”, “vedayî”, “brahmî”, “yogayî”, “darmayî”, “karmayî” û hwd heta roja îroyîn jî jiyane.

  1. Kurd û felsefe

Helbet gava peyvên “kurd” û “felsefe”yê werin ba hev, divê bê fêmkirin ku mijar têkiliya kurdan a bi felsefeya yûnanî ye. Çi di destpêka wergera felsefeyê de çi di hûnandina wê ya îslamî de kurdan roleke girîng lîstine û hê hê jî dilîzîn. Her wiha di hûnandina wê ya modern de jî kedeke berbiçav a kurdan heye. Çi bi zimanên desthilatdarên xwe û çi jî bi kurdî (bi piraniya zaravayên xwe) felsefeya yûnanî gihandine civaka kurd. Heta mirov dikare bibêje ku ewqasî reklamkirina felsefeya yûnanî bûye sedema wê yekê ku gelek kurd bi wê hewesê berê xwe bidine Ewropayê; lê negihiştine mirazên xwe, cendekên wan bi têlên sînoran ve daliqî mane, di çem-deryayan de xeniqîne, di kampên penaberan de riziyane û yên rizgarbûyî jî ketine dilqê peykerên yûnanî.

Xebatên Mehmûdê Bazîdî yên derbarê hizirîna kurdan de ji çend aliyan ve çavkaniyên herî girîng in. Ji ber ku xebatên wî kurdî ne, pexşankî hatine nivîsandin û xîmên felsefeya netewesaz a kurdî ne ku gihiştine roja îroyîn. “Rusûmatname” ji bo naskirina exlaq, dab û nêrît, ayîn û xurafeyên civaka kurd çarçoveyeke giştî radixe ber çavan. “Wergera Şerefnameyê” ya bi kurdî rêbaza dîroknivîsînê xêz dike û “Çil Hikyat” jî destpêkeke baş e ji bo hunerên wêjeyî. Heçî ku “Tesrîf” û ferhengên wî ne destpêka zimannasiya kurdî ya li gorî rêbazên zanistî ne. Berhemên Mele Mehmûdî rêbazên hizirîna kurdan wekî felsefeya hevdem analîz nekiribe jî, bi awayekî giştî felsefeya zanîn, hişmendî, hebûn, exlaq, siyaset, ayîn û hunera kurdan şîrove kiriye.

Piraniya xebatên hevdem ên felsefeya kurdî (kurmancî) ji aliyê Abdusamet Yigit, Elî Gurdîlî û desteya weşanê ya kovara Felsefevan ve hatine pêşkêşkirin. Gava mirov li berhemên Abdusamet Yigitî dinêre, rasterast xuya dike ku tekamula xwe ya zimanî pêk neaniye; lê dîsa jî xebatên wî heta radeyekê baş in, ji ber ku berhem di nava labîrentên felsefeyê de şopa kurdan digerînin. Berhemên wî yên wekî “Di Xeta Dîroka Kurdistanê de Felsefe û Pêşketina Zimanê Kurdî” (Berlîn, 2013), “Li ser Dîroka Felsefeya Îdealîsmê” (Berlîn, 2014), “Dîroka Felsefeyê li Kurdistanê” (Berlîn, 2016), “Li ser Dîroka Felsefeya Jiyana Civakî li Kurdistanê” (Berlîn, 2016) “Li ser Aqil û Felsefeya Serokatiyê” (Berlîn, 2017), “Felsefeya Dîrokê” (Berlîn, 2017), “Dîroka Felsefeyê” (Berlîn, 2020), “Civaknasî, Dîrok û Felsefe” (Berlîn, 2020), “Li ser Dîroka Felsefeya Metalyalîsmê” (Berlîn, 2020) dervayî ezberên xwendinî-dibistanî ne, her dem û dereke munasib de gotin aniye ser hizirîna kurdan; mirov dikare van xebatên wî yên destpêkî wekî nirxekî kelepora kurdî bihesibîne; ji ber ku bi kurdî ne, bi xema avakirina felsefeya kurdî hatine berhevkirin, bi welatperwerî û xîretkêşî hatine hûnandin. Lêbelê ji ber zimanê wan ê sist, bêsrerastkirin, bêrastnivîs û dûrî hevoksaziya kurdî ya gihiştî, mirov bi tu awayî nikare van xebatan wekî çarçoveya “dîroka hizirînê” ya nimûneyî ji bo kurdan bipejirîne; divê ev xebat-lêkolîn li gorî hevoksaziya kurdî ya wêjeyî bên venivîsandin. Divê bê gotin ku zimanê Mele Mehmûdî ji yê Abdusamet Yigitî gelekî xurttir û wêjeyîtir e.

  1. Bingeheke ferhengî û çandî ji bo rêbazên hizirîna kurdan

Îcar kurd li kê dera vê peyv û têgihîna felsefeyê ne? Helbet berî îslamê û piştî wê pêwendiyeke xurt a kurdan bi “felsefeya yûnanî” re hebûye; ev rewş ji ber kambaxiya dagirkeriya bîzansiyan a li ser beşeke Kurdistanê pêk hatiye û bi destî mîratgirên dagirkeriyê heta roja îroyîn jî berdewam kiriye. Ligel vê yekê jî, rêbazeke hizirînê ya kurdan hebûye û gotinên pêşiyên ên kurdan nimûneyeke vê yekê ne. Bi min kurdan badilhewa negotiye ku “giya li ser koka xwe hêşîn dibe”. Ev tê wê wateyê ku hizirîna kurdan a neteweyî li sor reh û rîşeyên kurdî hatiye avakirin. Gava em li ferhengên kurdî dinêrin, em rastî peyvên wekî “ramîn”, “hizirîn”, “ponijîn”, “pokinîn”, û peyva erebî ya “fikirîn”ê tên. Ev tenê peyvên zaravayê kurmancî ne ku gava peyvên zaravayên din jî lê zêde bikî, herî kêm wê bigihêje 10 peyvan. Ji bilî van peyvên xwerû, lêkerên hevedudanî û biwêjên wekî “dan hişê xwe”, “dan aqilê xwe”, “têgihiştin”, “dan ber hev û tiştek/fikrek jê derxistin” û bi dehan nimûneyên din hene. Zimanekî ku ji bo hizirînê ewqas peyv afirandibin ne mumkin e ku ji çemk û feraseteke taybet bêpar be. Îcar çima “giyayê hewşê tehl e”? Çima kurd piştî têgihiştineke zimanî li ser rêbaza hizirîna kurdan naaxivin?

Îro piraniya kurdan misilman e; çi bi çend mezhebên sunî, çi jî bi çend mezhebên şiî. Beşeke kurdan a êzidî, yarsanî, kakeyî, ehleheqî, şebekî û hwd jî heye ku hê jî bîr û baweriyên xwe yên kevnare diparêze. Bila her kesek bêyî pelçiqandin û pelixandina kesekî dîtir li ser baweriya xwe be; lê belê hevpariyên kurdan çi ne? Kurdan çawa li xwe, li dorhêla xwe û gerdûnê nihêrîne, niha çawa dinihêrin, çima wisa nihêrîne û divê çawa binihêrin? Bersivên van pirsan jî di hişmendiya hevpar a kurdan de ye ku ew jî ziman, gotinên pêşiyan û dîroka kurdan in.

Ji van gotinên jorîn hate fêmkirin ku “felsefe” yûnanî ye, li gorî rêbazên wê perwerdekirina nifşan hinek neyîniyan dihewîne. Wekî çend neyîniyên dermanan, neyîniya vê felsefeyê jî hîçkirina kurd û Kurdistanê û koçberkirina ber bi warê wê dinyaya xeyalî ye.  Ji nifşa me ya bi ser 40 saletiyê re, tu kesî li ser rêbazên hizirîna kurdan a neteweyî perwerdehiyeke zanistî nedîtiye. Nifşa ku li başûr û rojavayê Kurdistanê bi kurdî perwerdehiyê dibîne jî rêbaza hizirînê bi yûnaniyan dide destpêkirin, xwe hîç dike.

Bi min bêyî amadekirina ferhengên kurdî bi kurdî, şîrovekirina gotinên pêşiyan û berhevkirina folklor û dîroka kurdan a kronolojîk ev karesat û trajedî dê berdewam bike. Heta ev her sê hêmanên ku çavkaniya hizirînê ne temam nebin, Arîsto dê bibe pêxemberê dewletavakirinê, serdana Ewropayê dê bibe hecekî dîplomasiyê, sînorên Yûnanistanê dê bibin goristana gelek şehîd û bengiyên felsefeyê, Will Durant jî dê bibe dergevanê wê devera pîroz.  Wisan e, divê em bi quretiyeke li ser bingehên kurdî li ser koka xwe hêşîn bin, ji giyayê hewşa xwe ya dermankî (piraniya dermanan tehl in) bixwin, çav bernedin pimpara xelqê ya ku em nizanin kîjan jehrîn e û kîjan jî vîtamîn e.

Çavkanî: Riataza

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin