Belcîka – Dîplomatekî Îranî bi tohmeta terorê bi 20 sal zîndan hat mehkûmkirin

Belcîka – Dîplomatekî Îranî bi tohmeta terorê bi 20 sal zîndan hat mehkûmkirin

.

A+A-

Dîplomatekî Îranê ji ber tohmetên terorîstî ji aliyê dadgeheka Belcîka ve bi 20 sal zîndan hat mehkûmkirin.

Dîplomatê Îranî, Esedullah Esedî, ku karmendê balyozxaneya Îranê li Nemsa bû, havîna sala 2018 bi tohmeta hewla teqandina civîneka opozîsyona Îranê ji aliyê  Almanya ve hatibû girtin, paşê teslîmî Belcîka hatibû kirin.

Dadgeha bajarê Antwerp yê Beljîka îro biryara dawî li ser Esedî da û ew bi 20 sal zîndan mehkûm kir.

Girêdayî dosyeya Esedî, 3 Îraniyên din jî hatine girtin û her yek ji wan bi 15 heta 18 sal zîndan hatine mehkûmirin. Di nav wan de jinek jî heye.

d-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin