"Bêhna jehrê ya sêvan veguheriye bêhna azadî û serxwebûnê "

"Bêhna jehrê ya sêvan veguheriye bêhna azadî û serxwebûnê "

Bi boneya 29emîn Salvegera Jenosîd û Komkujiya Helebceyê li qezaya Qoser a bajarê Mêrdînê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ve çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

A+A-

Îro 16ê Adarê bi boneya 29emîn Salvegera Jenosîd û Komkujiya Helebceyê li avahiya PAKê ya qezaya Qoser a bajarê Mêrdînê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtina 3 deqeyî ya cangorî û şehîdên Komkujiya Helebceyê destpêkê Serokê PAKa Mêrdînê Bedran Acar axivî.

Acar, digel rejîma Baas hêz û dewletên ku tiliya wan di Komkuyê Helebceyê de hebûne şermezar kir û got: “Di 16ê Adar a 1988an de di dema jehrîkirin û kîmyabarana Helebceyê de zarokan digotin dayê bêhna sêvan tê. Niha li Başûrê Kurdistanê ew bêhna jehrê ya sêvan veguheriye bêhna azadî û serxwebûnê. Niha bêhna azadiya Kurdistanê tê. Ji bo Kurd dîroka xwe ji bîr nekin û daku careke din dîrok dubare nebe, me wekî Partiya Azadiya Kurdistanê bang li gelê me kiribû ku li her cihê ku lê ne, bi kêmanî yek deqeyî rêz li şehîdan bigirin.”

Li ser navê çalakgeran daxuyaniya hevbeş Ebdulqadir Onal xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de Onal destnîşan kir ku bi piraniya dewletên cîhanê hingê li beramberê Jenosîda Helebceyê bêdeng mane.

Onal, di daxuyaniyê daxwaz ji hêzên Başûrên Kurdistanê kir ku ji bo serxwebûnê kêşeyên heyî bidin aliyekî. Onal, wiha pê de çû: “Komkujiyan nikarîbûye rê li ber azadiyê bigire. Lê niha Başûrê Kurdistanê tevî hemû êş û kêşeyên xwe îro di destê wan de ala rengîn ber bi serxwebûnê ve dimeşin. Hemû partiyên Kurdistanê divê hemû pirsgirêkên yên heyî bidin alîyekî û bi awayekî yekdengî serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi Bexda û welatên cîhanê re gotûbêj bikin.”

Di daxuyaniya PAKê de rewşa tevger û hêz û partiyên beşên din ên Kurdistanê jî hat nirxandin. Têkildarê rewşa beşên din ên Kurdistanê endamê PAKê Abdulqadir Onal wiha axivî:

“Divê hemû hêzên çekdar û aliyên siyasî rêz li hikûmranî û desthilata parlamento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bigirin. Nabe ku ti aliyek sergêjî û astengiyê ji meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê re derbixe. Divê hemû Kurdên cîhanê pişt bidin meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Li Rojavayê Kurdistanê jî gelê me bi yekgirtineke netewî dikare sitatûyekê bi dest bixe. Em bangî PYDê dikin ku dest ji qedexe û girtina endamên partiyên derveyî xwe berbidin. Divê TEVDEM û ENKS û hemû partiyên din ên Rojava îdareyeke siyasî, aborî û hevbeş damezrînin. Daku gelê me bikaribin ji keys û fersendên heyî sûd werbigire. Divê li Rojhilatê Kurdistanê jî yekîtiya netewî bê hûnandin û li ser vê bingehê têkoşîna azadiyê bê geşkirin.

Ev şerê ku li Şengalê zererê dide gelê me. Lewma divê demildest ew şera rabiweste. Li Bakurê Kurdistanê jî şerê heyî wêrankariya dewleta Tirk rewa dike û rê li ber xweş dike, lewma şerê li Bakur jî divê bê rawestandin. Ji bo gelê me tûşî Helebeceyê nû nebin, divê li hemû beşên Kurdistanê hevkarî, tifaq û yekgirtin were xurtkirin.”

Di çalakiyê de rewşenbîr û nivîskarê Rojavayê Kurdistanê Deham Fetah jî amade bû. Fetah, komkujî şermezar kir û got: “Di şêwezarê Soranî de ´mêjû´ tê wateya dîrokê. Îca bingeha peyva mêjû û mejî yek e. Ji bo em vegerin ser hiş û mejiyê xwe, divê em li mêjû û dîroka xwe vegerin. Daku dîrok dubare nebe û daku em ji wan ezmûn tahl ders bigirin û bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan çalakiya bîranîna Komkujiya Helebceyê bi dawî hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin