Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bedêla Dagirkerina Afrîn, wê İdlib be!

A+A-

Peymana di navbera Dewleta Tirkan, Rûsîya û Îran de eşkere bû. Bedêla dagirkerina Afrîn, wê İdlib be!

Wê İdlib radestî hêzên Surîye, Rûsîya û milîsên Îran be û bedêla wê jî Efrîn e.

Eşkere ye ku Emerîka jî ji vê peymanê hayedare. Ji ber vê hayedarîya Emerîka, bi daxuyanîya Wezareta Parastinê a Emerîka jî ev têt dipejirandin:

"Metirsîyên Tirkîye yên ewlekarîyê hene. Di vê mijarê de Tirkîye bi şîweyek eşkere agahdarî da me"(!)

Ev daxuyanîya Emerîka, sinyala dakirkirina Efrîn bi îcazeta xwe jî, eşkere dike.

Gelo raste, sînorên Tirkîye ji hêla ewlekarîyê de di bin metirsîyê de ne?

Ev pênc sale yek êrîş ji hêla Efrîn û ji hêla seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistan nehatîye ser Tirkîye.

Tersê vê îdîayê:

Dewleta Tirk bi alîkarîya Hêzên Cîhadkar yên Terorê, OSO, El-Nusra û Ahrar-ûl Şam ev Operasyon dispê kirîye û Hêzên Hevpeyman û Emerîka" yên dijî terorê" jî bêdengin!

Dewleta Tirk ji Sînorên Kobanê, heta Menbic di kûraya 65 Km. de, heta sînorên El Bab û Efrîn dagirkirîye. Bingehek terorê a serbazî avakirîye. Tirkîye axek ji dervê sînorê xwe a xaka Kurdistan girtîye bin bandora xwe û dixwaze vê dagirkerîya xwe hîn berfirehtir bike. Ji despêka şerê wekaletê yê nav Sûrîye de û heta niha; Tirkîye her ji terora nav Sûrîye re bûye lîstikwanekî sereke, bûye piştgirê êrîşên ser Başûrê Rojavayê Kurdistan û nav Sûrîye.

Hesab çi ye?

Di vî warî de daxuyanîyên berpirsiyarê PYD jî eşkere dikin ku Rûsîya li ser Efrîn ku radestî hêzên Sûrîye bibe, daxwaz ji wan hatîye kirin. Lê wan ev xwestin a Rûsîya qebûl nekirine û Rusîya izin daye Dewleta Tirk û operasyona ser Efrîn!

Ev daxuyanî di wateya ku Emerîka izin daye Tirkîye û hayê wan ji peymanên navbera Rusya, Îran û Tirkîye jî hene.

Devera Efrîn ev 6 sale wek deverek îzole û dorpêçkirî di navbera hêzên cîhadkar yên terorê, bandora hêzên êrîşker yên Tirkîye û terora DAÎŞ de ewlekarîya xwe, asayîşa xwe serkevtî meşandîye. Ji Dewleta Tirk re ti caran nebûye bingehek terorê a tehdîdkar. Ev jî daxuyanî û agahîyên Emerîka û Tirkîye pûç dike. Hesab û peymanên din yên aktorên Sûrîye derdixe ber me.

Peyman çi ye?

Ji PYD xwestine ku Efrîn radestî Sûrî bikin. PYD ev qebûl nekirîye. Îran û Tirîye, dibin aktortîya Rusya de hewldanek nû despê dikin. Ji nûçe û agahîyên li ber destê me, ev hewlên Rûsîya, Îran, Tirkîye û Emerîka hêjaye ku em li ser rawestin û şîrove bikin. Bala me dikişînin ser Efrîn, a rast yek jê jî ewe ku Rûsîya û Milîsên Îran İdlib dorpêç kirine û bandora Esad zêde dikin. Dîyarî jî Efrîn radestî zilma Dewleta Tirk odikin.

Di civîna Sorçî de Rûsîya garantîya ku PYD beşdarnebe civînê daye Dewleta Tirk! Gelo Dewleta Tirk çi garantî daye Rûsîya ku operasyona Efrîn destpê kir û bandora xwe li Rojavayê Firat berfireh dike?

"Bi hevkarîya hêzên Esad û piştgirîya Rûsîya û milîsên Îran, operasyona ser İdlib despêkir"(!)  

Dewleta Tirk hêzên AAS (OSO) û grûbên cîhadkar (El-Nusra, Ehrerel Şam, El- Kaîde) di dagirkirina Efrîn de bikar bîne.

Wê hêzên Rûsîya û Sûrîye û milîsên Îran derbasî İdlib bibin.

Ev peyman sebeba bêdengîya Emerîka û Rusyaye heta demekê ye.

Fransa bang Konseya Miletên Yekgirtî kir û doza civînek bilez kirLê ez bi xwe ji vê jî nepiştrastim ku wê êrîşên ser Efrîn werin Konseya NY!

Berdevka Wezareta Derve ya Almanyayê Maria Adebahr di derbarê êrişên li ser Efrînê de ragihand ku; "em hêvî dikin Berlîn û NY li dijî operasyona Tirkiyeyê helwesteke berpisyar nîşan bidin"(!) Û dom kir:

"Di civên de geşedanên dawîn û çalakiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyê wê werin nirxandin. Em hêvî dikin ku endamên KENYê bi berpirsyarî tevbigerin."

Misir û Sûrîye hişyarî dan Dewleta Tirk û Tekez kirin ku "tirkîye li Sûrîye di nav têkilîyên hevparîya terorê de  ne." Kar û karesatên Dewleta Tirk xwedîkirin û geşkirina terorê ye li herêmê.

Misir; hewlên Dewleta Tirk yên êrîş û dagirkina Efrîn şermezar kir. Lê ev daxuyanî tenê hewlên dîplomatîk û hesabên navdewletîne. Ne bawerim ku ji van hewlan tiştek derkeve.

Dewleta Tirk dijminê doza Kurd û Kurdistan e.

Di virde bêdengîya Rûsîya û Emerîka, cesaretê dide Dewleta Tirk.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin; heta niha di encama êrişên esmanî yên Tirkiyeyê ku deverên sivîl lê dijîn hatibûn bombebarankirin, herî kêm bidehan sivîlan canê xwe ji dest dane û bi sedan sivîl jî birîndar bûne. Pir gund û deverên sivîlan hatine bombebaran kirin. Li aliyê din li navçe û bejahiya Efrînê pevçûnên dijwar di navbera şervanên Kurd û artêşa tirk/çekdarên cîhadîst de rû didin. Tê ragihandin ku hejmareke zêde ya leşkerên tirk û cîhadîstan hatine kuştin.

 

Serokwezîrê Başûrê Kurdistan, Nêçîrvan Barzanî di civîneke rojnamevanî de li ser êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê axivî û got, „em gelekî ji bûyerên ku li Efrînê diqewimin, nîgeran in!"

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên şer kir ku; „şer were sekinandin û kêşe û kirîz bi rêya diyalogê bên çareserkirin."

Wê dagirkirina Efrîn bi xwe bibe despêka pêla şerekî nû li herêmê. Di vî şerî de Kurd hîn jî ne di asta parastina xaka Kurdistan, di ruhekî partîzanî û meşandina şerê wekaletê de tevdigerin. PYD di helwestek wilo deye ku; „serkevtin hebe a me ye, lê têkçûn a Kurda ye"(!)

Ji bona kurdan gava herî mezin, serkevtî û pîroz ewe ku ji asta meşandina şerê wekaletê derkevin. Dev ji berjewendîyên partîzanî, dijminatîya hev berdin û di bin ênîyek netewî û Kurdistanî de bibin yekhelwest û ji bona parastina xaka xwe, têkilîyên navnetewî û navdewletî bikar bînin.

Helwesta partîzanî zerarê dide doza Kurd û Kurdistan.

Sebeba bêdengîyê li seranserê Kurdistan eve. Banga min ji PYD re ewe ku sengerên şer û xwepêşandanan ji hemû hêzên Kurd û Kurdistanî re veke. Axa Kurdistan, doza Kurd û Kurdistan doza her Kurdperwer û niştimanperwerîye. Ezezî û hesabên partîzanî tenê dibin sebebê wendakirinê. Divê pêşî li van nexweşî û hesaban bête girtin.

Rîya perçekirina peymanên navnetewî û dorpêça ser Kurdistan di vê helwestê re derbas dibe. Kî ji vê helwestê bireve û ji xwe re sebeban derxe, ew ne di nav hesabên Kurd û Kurdistanî de ye.

22.01.2018

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin