Batman:“Serxwebûna Kurdistanê dê bibe dermanê hemû birînên herêmê“

Batman:“Serxwebûna Kurdistanê dê bibe dermanê hemû birînên herêmê“

Komeleya Rojnamevanên Xebatkar: Ew hêvî dikin referandûm bibe wesîleya çareserkırına hemû pirsgirêkên herêmê

A+A-

Lijneya Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê roja 5ê Îlonê li Rojnameya Sonsözê çû serdana Komeleya Rojnamevanên Xebatkar a Batmanê. Serokê Komeleya Rojnamevanên Xebatkar û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sonsözê Ercan Atay bi dilgermî pêşwaziya lijneya înîsiyatîfê kir û anî zimên ku hêvî ev e ku serxwebûna Kurdistanê bibe derman bo hemû birînên xelkên herêmê û piştgiriya xwe nîşan kir.

Berdevkê Înîsyatîfê Aydın Üneşi, anî ziman ku mafê referandûmê mafeke rewa ye û derûdorên li dijî referandûmê dikin jî ne ku li dijî serxwebûnê ne û piştgirê serxwebûnê ne. Üneşî kirpand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikribû beyî referandûmê jî serxwebûna xwe rabigihîne lê wan, rêya herî demokratîk û rewa hilbijart ku bi vîna gelî serxwebûnê rabigihînin û wisa domand: ‘Digel vê rêbaza demokratîk, rengê pergala Kurdistana Serbixwe ku bi raya giştî re hate parvekirin hêviyeke mezin dide hemû Rojhilata Navîn. Serokê Herêma Kurdistanê ji hemû pêkhateyên Kurdistanî re got; em tenê bo kurdan na, çi Suryanî be çi Ermenî, çi Keldanî çi Aşûrî, çi Tirkmen, Ereb, çi Mesîhî be çi Misilman çi Êzîdî, em bo hemû pêkhateyên Kurdistanî re dewletek ava dikin ku dê bibe xwediyê makezagoneke demokratîk. Ev gelekî hêvî dide me. Lewre ez di vê baweriyê de me ku tekanebûna Xwedê ne têde hemû curerengî, dewlemendî ne û delal in.’ Her wiha Uneşî bi bîr xist ku Kurdistaneke serbixwe piştî kurdan zêtetir wê bi kêrî tirkan were û piştgirîdayîna netewa tirk jî weke deynê wefayê ye. 

Piştî Üneşî Serokê Komeleya Rojnamevanên Xebatkar û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Son sözê Ercan Atay axivî û got ku; guherîneka xurt ji Rojhilata Navîn re divêt û hêvî ev e ku referandûma serxwebûna Kurdistanê dê bibe dermanê hemû birînên herêmê û daxwaz ev e ku referandûma serxwebûnê bi ser bikeve.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin