"Baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyan guftûgo û danûsandine"

"Baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyan guftûgo û danûsandine"

Emmanuel Macron Serokê Fransa bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axifî.

A+A-

Êvara roja dûşem 23.10.2017 Emmanuel Macron Serokê Fransa li rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axifî.

Di peywendiya telefoniyê de Serok Macron nîgeraniya xwe ya li rewş û girjiyên di navbera Hewlêr û Bexda nîşanda û daxwaza ew e kir ku her dû alî li ser xwe bin û şer û pêkdadan dirust nebe û tekez jî li wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo çareser kirina kêşeyan guftûgo û danûsandine.

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî rewş û rûdanên vê dawiyê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo Serokê Fransa şîrove kir.

Biryare Serokê Fransa li vî derbarî de li hewla xwe de berdewam be bo ku her dû aliyan Hewlêr û Bexda bi guftûgoyê çareseriya kêşeyan bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin