Barzanî: ‘Sipas ji bo cenabî wî ku ew di rojên tengasiyê de hat hawara me’

Barzanî: ‘Sipas ji bo cenabî wî ku ew di rojên tengasiyê de hat hawara me’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Qesra Elîzeyê (Ellysee) û ji aliyê Serokê Fransa François Hollande ve hat pêşwazîkirin.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Qesra Elîzeyê (Ellysee) û ji aliyê Serokê Fransa François Hollande ve hat pêşwazîkirin.

Civîn nîv saetî dom kir û piştre her du serokan beşdarî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

François Hollande di daxuyaniya rojnamevanî de ragihand, ku “Ew gelek kêfxweşî bûye, ku Serok Barzanî li vir e” weke Fransa amade ne, her hevkariyekê ligel hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bikin, da ku DAIŞê li Iraqê têk bibin.

Hollande herwiha behsa rola Pêşmerge di têkoşîna li dijî terorê û dabînkirina ewlehiyê li deverê kir û da xuyakirin: “Pêşmerge hemû wan deverên ku kontrol kirine, aramiya wan diparêze. Em demek berê li eniya herî pêş a cebheyê jî bûn”.

Li ser pirsyareke Serokê Fransayê got: “ Di sala 2014ê de, di rewşên herî zehmet de û dema ku aramiya Kurdistanê di bin gefê de bû, me piştgiriya Kurdistanê kir û em dê berdewam bin li ser piştgiriyên xwe”.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê konfransa rojnamevaniya hevbeş de got: “Ez hatim vir, da ku berî her tiştî spasiya cenabê Serok Hollande bikim, ji bo wê helwesta mirovane ya ku nîşanî gelê kurd da û di rojên tengasiyê de bi hawara me hat. Her weke ku cenabê wî jî got, me behsa şerê li dijî DAIŞê kir, ku em çawan bikarin hevkariya hevdu bikin û çawan ew dikarin piştevaniya Pêşmerge bikin. Gotûbêjên me jî gelek dostane bûn û gelek jî em nêzîkî hev bûn”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin