Barzanî: Min bira û piştîvanekî mezin ji dest da

Barzanî: Min bira û piştîvanekî mezin ji dest da

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek sexweşiyê ji bo koça dawî ya Mam Celal weşand.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya serokê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serok Mam Celal Talebanî peyamek pêşkêşî xelkên Kurdistanê kir.

Her weha di wê peyamê de, Barzanî aşkire kir ku ji destdana Serok Mam Celal wendahiyeke gelek mezine ji bo tevahiya xelkê Kurdistanê, ji ber ku rola xwe di her warekî de ron û li berçav bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xembarî û serxweşî yê xwe pêkêşî malbeta Mam Celal kir û hevpariya xwe jî bo xem û nerihetiyên wan diyar kir û wiha da zanîn: Ji bo min jî ji dest dana serok Mam Celal, tê wê wateyê ku ji dest dana bira û piştîwanekî rêzdar e. Me bi hevre karî gelek astengî li berdem xebata azadiya gelê Kurdistanê ji nav bibin, me gelek qonaxên dijwar derbas kirin, cêyê serfiraziyêye ku gelek ji destkeftên me vedigerin bo serdema biratî û bihevre bûna me.

Di dawiya peyama xwe de, Barzanî  jiber koça dawî ya Mam Celal  hefteyek behiye/şîn ragîhand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin