Barzanî: "Mijara Referandûmê ji partî û nakokiyên siyasî mezintit e"

Barzanî: "Mijara Referandûmê ji partî û nakokiyên siyasî mezintit e"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersîva pirsên kovara Foreign Policy ya Amerîkî da.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Foreign Policy ya Amerîkî re gotîye: “Giştpirsiya (Referandûma) Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye, dê gel biryara xwe ya di vê mijarê de bide.”

Mesûd Barzanî herwiha diyar kirîye, ku wî berî agahî dane Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û behsa giştpirsiyê kiriye û gotîye: “Referandûma ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê tiştekî asayî ye, mafekî yasayî ye. Lewma me divê piştî encamdana vê proseyê bi awayekî aştiyane, bi rêya diyalogê ligel Bexdayê danûstandinan bikin.”

Derbarê nêrînên cuda yên liser referandûmê de Serok Barzanî da xuyakirin: “Mijara giştpirsiyê bi çarenivîsa hemû gelê Herêma Kurdistanê ve pêwendîdar e. Lewma ji partî û nakokiyên siyasî mezintit e. Niha piraniya gelê Kurdistanê piştgiriyê dide giştpirsiyê.”

Di hevpeyvînê de Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kirîye, ku giştpirsî ji bo serxwebûnê ye û di danûstandinan de jî dest ji vê daxwaza gelê Kurdistanê bernadin û got: “Ji ber vê yekê pêwîst e encamên giştpirsiyê werin cîbicîkirin.”

Li ser pirsa, “Çima niha dema giştpirsiyê ye?” Barzanî destnîşan kirîye û gotîye: “Beriya niha jî çendîn caran wan xwestîye ew giştpirsiyê bikin. Lê rewş ne guncayî bûye. Lê eger ew zêdetir vê mijarê paşve bixin, ev yek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nabe. Herwiha dê bandoreke xirap li çarenivîsa gel bike. Lewma niha dem dema herî baş e ji bo giştpirsiyê.”

Derbarê nakokiyên nav xwe yên Herêma Kurdistanê û dema giştpirsiyê de Mesûd Barzanî ji kovara Amerîkî re gotîye: “Nabe ew li hêviyê bimînin ku hemû pirsgirêk çareser bibin. Dema welatên din jî ev gav avêtin pirsgirêkên wan ên navxwe hebûn. Ji ber hindê jî nabe ew giştpirsiyê paşvebixin. Ji ber ku mijar ji van pirsgirêkan mezintir e.

Barzanî destnîşan kirîye, ku yekem car dê giştpirsî were kirin û paşî pirgirêkên navxwe werin gotûbêjkirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin