Barzanî: ”Inşallah eîdîya bê dê bibe eîdîya serxwebûna Kurdistanê”

Barzanî: ”Inşallah eîdîya bê dê bibe eîdîya serxwebûna Kurdistanê”

Di axaftina xwe ya bi mamosteyan re Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamên girîng da

A+A-

Di axaftina xwe ya bi mamosteyan re ku di 30ê tebaxê de li Helwerê li Hola Saad Ebdullah de hat lidarxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamên girîng da. Wî got; ”Insallah eîdîya bê dê bibe eîdîya serxwebûna Kurdistanê.”

Barzanî dubat kir ku referandûm tu carî nayê paşdexistin û biryara parezgeha Kerkukê ku bêşdarê referandûma serxwebûnê bibe, pesinand û got; “Eger piştî referandûmê û ragihandina dewleta Kurdistanê, hin dewlet bi awayekî demkî dikarin helwest bigirin, lê dirustkirina dewletê bê bac nabe û dibe bo wê jî amade bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê awayê dahatû ya dewleta Kurdistanê de jî got: “Bi wî xweş e ku dewleta Kurdistanê, dewleteke federalî be û her herem parlamentoya wê hebe, îdareya xwe bi xwe bike.”

Her weha Di civînê de li ser pirseke ku wek birayê mezin ew serdana bajarê Sileymaniye bike; Barzanî got: ‘’Gazindên wî ji rêveberiya YNKê heye, rewşek ava kirine ku ne biryarê didin, ne jî yekitiya xwe parastine û her tiştekî bikeve ser wî bo rewşa YNKê baş bibe ew ji bo wê amade ye.”

Li ser têkilyên xwe û Talabanî jî Barzanî got; “Heta tenduristiya Mam Celal baş bû, wan heftana  hev didît. Heger li Bexdayê jî bûya, bi telefonê diaxivîn. Problemên mezin jî, bi yek telefonê çareser dikirin. Piştî nexweşiya Mam Celal wî du caran serdana Sileymanîyê kirîye, lê ew hez nake Mam Celal di vê rewşê de bibîne.”

Axaftina Serokê Herêma Kurdistanê di Tv yên Rûdaw  û K24ê de bi zindî hat weşandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin