Barzanî; Ev kirdara nemirovane li dijî min hatiye kirin

Barzanî; Ev kirdara nemirovane li dijî min hatiye kirin

Melayê Mizgefta Omer Bindiyanî Wuşyar Îsmaîl hat kuştin

A+A-

 

Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê di şeva 22.11.2016ê de di encma êrişeke çekdarî de Melayê mizgefta Omer Bindiyanî Wuşyar Îsmaîl hat kuştin. Mele Wuşyar Îsmaîl yek ji avakarê Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ya şaxa Hewlêrê bû.

Birayê Dr. Wuşyar Îsmaîl yê rojnamevan Diyar Goran “Dr. Wuşyar Îsmaîl duh bi şev di encama êrişa çekdarî de bi giranê birîndar bû. Ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Hewlêrê. Tevî midexaleyan canê xwe ji dest da.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî ev  kiryara terorî şermezar kir û got; ”Şehîdkirina mamoste Wuşyar, şehîdkirina dengê miyanrewî û pêkvejiyanê ye. Ev kirdara nemirovane, li dijî hemû aliyekê û bi taybetî li dijî min bi xwe hatiye encamdan û divê zûtirîn kujerên wî bibînin û telîmê yasaî bikin.

Herweha sekreterê yekem yê YNK Kosret Elî Resûl jî bi peyamekê  a got; ”Terorkirina mamostayê olî, Mele Wuşyar karekî çepel û kirêt e û xaleke reş be bo ezmûna Herêma Kurdistanê ku kujerên wî nehê dîtin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin