Barzanî: "Em ne ji bo Amerîka, ji bo xwe şer dikin"

Barzanî: "Em ne ji bo Amerîka, ji bo xwe şer dikin"

"Amerîka kurdan bi kar nayine, ji ber em ne ji bo wan lê ji bo xwe şer dikin û em bi kêfxweşî pêşwaziya alîkariyên wan dikin."

A+A-

Di 27ê Cotmeha 2016ê de Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li gel Serokê Hevalbendiya Niştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm li mihwerê Xazirê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîn ji alîyê Rûdaw TV zindî hat dayîn.

Gotinên Barzanî yên sereke weha bûn;
Rewşa Başîqayê aram e,
Dê pêşmerge nekeve nav Mûsilê,
Arteşa Iraqê û bi taybet jî hêzên dijî terorê dê bikevin hundirê bajêr.
Herêm û navçeyên ku pêşmerge li wir bi cî bibin û arteşa Iraqê li wir bi cî bibin hatine dîyarkirin û ji bo çareserkirina kêşeya Mûsilê komisyoneka hevbeş bi Baxdayê re hatiye damezirandin.

Li ser pirsekê rojnameger Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, "Amerîka kurdan bi kar nayine, ji ber em ne ji bo wan lê ji bo xwe şer dikin û em bi kêfxweşî pêşwaziya alîkariyên wan dikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin