Barzanî: "Bajarê Silêmanî di bin terora fikrî daye û divê ew terora fikrî ya li ser bajarê Silêmanî bê şikandin."

Barzanî: "Bajarê Silêmanî di bin terora fikrî daye û divê ew terora fikrî ya li ser bajarê Silêmanî bê şikandin."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 20.11.2016 da daxûyanîke li ser qeyrana Herêma Kurdistanê belav kir

A+A-


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 20.11.2016 da daxûyanîke li ser qeyrana Herêma Kurdistanê belav kir. Daxûyanîyaku malpera resm de belav bûye weha ye:

”Li van çend rojên derbasbûyî de hejmarek birêzên siyasî û kulturî û akademî peywendiyê bi min re kirin û dibêjin raya me û beşekî hemwelatiyan jî eweye ku çareseriya qeyranên Herêma Kurdistanê li cem mine û tê gotin Barzanî dikarê giriftan çareser bike.

Wekî her hemwelatiyekî Kurdistanê hez dikim qeyran û kêşe nemînin û bi dawî bibin, lê belê sedema girift û kêşeyan gelekin. Beşek ji wan derekîne û peywestin bi rewşa siyasî û aborî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî, wekî êrîşa terorîstan û şerê Da'îş, daketina nirxa neftê, birîna budçeya Herêma Kurdistanê û ew rewşa neasayiya li encama mîhvandariya sedan hezar koçberan pêkhatiye. Beşekî dinê giriftan jî navxweyîne û vedigerin li ser gengeşeya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê.

Eger çareseriya giriftên siyasiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li cem mine, eve çendîn care min partî û hizban vexwendine ji bo civînê, lê belê ji ber hêcetên cûr bi cûr nehatine. Her wiha min daxwaz kiriye hemû partî li gel hev rûnin û çareseriya rewşê bikin, dîsan rûneniştine û milên xwe nexistine bin berpirsiyariya vê rewşê.

Di derbarê çareseriya qeyrana Herêma Kurdistanê min raya xwe li vî derbarî de ragihandiye. Niha jî dûpat dikim, çareseriya qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê bi vî awayî tê kirin ku hemû partî bikevin nava guftûgoyê û parlemen bê çalak kirin û Serokayetiyekî nû ji bo Parlemen bê hilbijartin. Ji ber ku ji bo hemû aliyek rûne, nabê ewên ku bûne çavkaniya qeyranê dûbare Serokayetiya Parlemen li dest bigrin. Her wiha hemû partî li ser ewe rêkbikevin Hikûmetekî nû bê damezrandin û birêzek jî ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê heta dema hilbijartinê bê destnîşan kirin ku ewê erkê Serokayetiya Herêmê bigre stuyê xwe û ez jî bi hemû şiyana xwe ve yarmetiya wê proseyê didim.

Di derbarê nerazîbûna mamostayan û fermanberan, rêzên min ji bo daxwaz û mafên wan yê rewa heye û heqê wane daxwaza mafên xwe ji Hikûmet û aliyên peywendîdar bikin û palpiştiya wan dikim û pêwîste welatê me li xweşî û bexteweriyê da bê, lê belê bi sedema wê qeyranê û kêşeyên emnî û aborî û siyasî hatine pêş, îmkaniyat û şiyana Hikûmetê sînordar bûye. Lê belê bi wan wiha ye ku çareser heye, bila hemû alî û Hikûmet kerem bikin pêkve rûnin bi şefafiyetekî tevahî rewşê çareser bikin û hemû tiştek jî bixin rû û dawiyê bi muzayedat û şêwandina raya giştî bînin.

Baş dizanim bajarê Silêmanî li bin terora fikrî daye û divê ew terora fikrî ya li ser bajarê Silêmanî bê şikandin. Ew bajarê ku her dem li bin gefa zalim û dagîrkeran de li berxwedaye û zarok û gedeyên wê amadebûn bi zîndî bêne binaxkirin, lê belê li beranber Ze'îm Sidîq serbilindane rawestan û amade nebûn qise û axaftinê bi hêmayên gelê Kurdistanê bibêjin. Eve raya mine di derbarê Silêmanî û xelkê wê yê serbilind, bila kes hewl nede rayeke din li ser xelkê vî bajarî da bisepênê.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin