Baroya Rihayê jî dest bi kursa kurdî kir

Baroya Rihayê jî dest bi kursa kurdî kir

.

A+A-

Komîsyona Ximanê Kurdî ya Baroya Rihayê li Bakurê Kurdistanê, parêzeran kursî zimanê Kurdî vekir.

Baroya Rihayê jî weke gelek baroyên Bakurê Kurdistanê ji bo parêzerên ku dixwazin fêrî rastnivîs û axaftina Kurdî bibin, bi riya Komisyona Ziman, dest bi kursên Kurdî kirin.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Rihayê ji Rûdawê re rgihand ku “Hevalên parêzer li herêmê gava ku bi muwekîlên xwe re dikevin têkeliyê zimanê erebî û kurmancî pêwîst dibe li ser daxwaza parêzerên erebî û kurmancî nizanin komisyon hat avakirin.”

Derbarê bernayê de de komîsyon dibêje: “Em dixwazin parêzer fêrî zimanê rojane û akademîk ê Kurmancî û Erebî bibin da ku li têkelîyên wan bi muwekkîlê wan re xurt bibe û li dadgeha di darizandinê de şaşî çênebe .Carna hinek kes di dadgehê de ji ber Tirkî nizanin bi Erebî û Kurdî diaxivin piştre gava dadgeh parêznameyên wan wergerî tirkî dikin mûtercim şaş wergere dike û di darizandinê de neheqî çê dibe.”

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Rihayê herwiha da zanîn ku  mûtercimên li dadgeha dişixulin  gava ew jî bixwazin beşdarî kursa bibin dê kursên zimanê Erebî û Kurmancî bidin wan jî.

Di heman demê de Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Rihayê diyar kir ku zimanê dadgehê Tirkî ye .û ragihand: “Parêzer nikarin bi Kurdî yan Erebî biaxivin bes di nava gel de yê ku bi Kurdî û Erebî nizanibe dikarin parêznameyên xwe dikarin bi kurdî erebî an bi kîjan zimanî xwe baş dide fêhm kirin dikarin bikin.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Rihayê eşkere jî kir ku 90 parêzerên endamên baroyê, ji bo zimanê Kyurdî û Erebî serlêdan kirine û ew dê bêberamber kursê bidin.

Bi gotina komîsyonê heta niha ti astengiyek li pêş kursên wan nîne û ew kareke sivîl e û têkeliyên wan ên siyasî nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin