Baroya Rihayê: Di 18 mehan de 988 zarok rastî destdirêjiyê hatine

Baroya Rihayê: Di 18 mehan de 988 zarok rastî destdirêjiyê hatine

.

A+A-

Baroya Rihayê ragihand ku li parêzgeha Riha ya Bakûrê Kurdistanê di dema 18 mehan de nêzîkî 988 zarok rastî destdirêjiya cinsî hatine ku hejmareke gelekî zêde ye û bûye cihê matmayînê.

Baroya Rihayê raporeke di navbera 1ê Çileya 2021an û 1ê Tîrmeha 2022an de li bajêr cih digire bi raya giştî re parve kir.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol îro Înê 23ê Îlona 2022an beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rapora destdirêjiya zarokan axivî.

RUDAW

Li gor rapora Baroya Rihayê bi giştî di 18 mehên borî de 8 hezar û 290 zarok weke qurbanî di sîstema dadweriya tawanan de hatine tomarkirin. Hejmara zarokên ku ji bo tawanan hatine handan 8 hezar û 972 zarok bûne. Ji sedî 10ê wan di bin 12 saliyê de ne, ji sedî 21ê wan, di navbera 12 û 15 saliyê de ne û ji sedî 69ê wan jî temenê wan ji 15 heya 18 salî ne.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol anî ziman, “Xizmeta me ya Înfazê ya Dadgehên Cezayê heye. Li gorî qanûnê em ji bo zarokên ku dikevine nav sûcan û mexdûr, parêzer tayîn dikin. Hêjmarên ku me weşandine daneyên jimareyî yên li ser peywirên ku me di heyama salek û nîvê di navbera 01.01.2021-01.07.2022 de kirine ne. Hem ji bo zarokên ku têne xistin nav sûcan hem jî ji bo zarokên mexdûr tayînkirina parêzeran e. Ev hejmar daneyên tayînkirina parastina mecbûrî ya di encama peywirdarkirina dozger û dadgehan de ne.”

Yek ji beşên herî giring ê raporê, rêjeya zêde a destdirêjiya ser zarokan e ku di dema 18 mehan de 988 zarok rastî vê destdirêjiyê hatine.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol li ser bilindbûna hejmara destdirêjiya li zarokan got, “Li Tirkiye û cîhanê pêvajoyeke pandemiyê hebû. Em dibînin ku hem pirsgirêkên ku di pêvajoya pandemiyê de hatine dîtin û hem jî krîza aborî ya li Tirkiyê ku li herêma Rihayê hejmareke zêde ya penaberan heye, sedemên sereke yên zêdebûna vê hejmarê ne û roj bi roj zêde dibin. Her wiha me dît ku ev hejmar ji ber kêm bikaranîna çavkaniyan û kêmasiya tedbîran pir zêde bûye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin