Baroya Amedê: Di perwerdehiya bi zimanê dayikê de dawî li cihêkariyê bînin

Baroya Amedê: Di perwerdehiya bi zimanê dayikê de dawî li cihêkariyê bînin

.

A+A-

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ragihand ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û xwest ku dawî li cihêkariya di perwerdehiya bi zimanê dayikê de bînin.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê raporek derbarê binpêkariyên mafên zarokan de belav kir.

Di daxuyaniya ji bo çapemeniyê de ku Serokê Baroyê Nahît Eren û gelek parêzer jî amade bûn, Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroyê Huriye Hemîdî derbarê pirsgirêkên zarokan de axivî.

“Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Hemîdî banga "Rakirina îhtîmalan û dawîlêanîna cudakariya ziman û çandî" kir û bal kişand ser gelek mijarên têkildarî binpêkirina mafên zarokan.

Huriye Hemîdî tekez kir ku Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, û xwest ku  di perwerdehiya bi zimanê dayikê de dawî li cihêkariyê were anîn.

Hemîdî got: “Tirkiyeya ku di sala 1994an de peyman erê kiriye; li ser xalên 17, 29 û 30emîn ên peymanê, ku azadiya derbirînê ya zarokan, mafê wan ê parastina çanda xwe û bikaranîna zimanê xwe vedihewîne, îhtiraz kiriye. Îhtirazên ku li ser van xalan hatine danîn, ku mafên zarokên ji nijad û etnîsîteyên cuda yên perwerdehiyê, azadiya derbirînê, zindî hiştina çanda xwe û bi serbestî bikaranîna zimanê xwe dihewîne, li pêşiya zarokan a avakirina pêşeroja xwe, pêşxistina xwe asteng e.”

Hemîdî amaje bi wê yekê jî kir ku li pêşiya dersa Kurdî ya bijarte jî gelek asntengî têne derxistin da ku zarok dersên zimanê dayîkê li dibistanan hilnebijêrin.

"Ji ber sedemên leşkerî 22 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 27 zarok jî birîndar bûn"

Hemîdî bal kişand ser mirina zarokan ji ber sedemên leşkerî û wiha dewam kir: “Binpêkirina mafê jiyan, lîstik û jîngeheke saxlem a ji ber otomobîlên serbazî yên zirxî her ku diçe zêde dibe. Di Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ji ber maşînên zirxî, mayin û bermahiyên şer ku me wek Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê amade kir de di navbera salên 2011-2022an de 22 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 27 zarok jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin