Barham Salih ji alîyên Iraqî dixwaze xwe yekalî bikin

Barham Salih ji alîyên Iraqî dixwaze xwe yekalî bikin

Serokomarê 'Iraqê nameyek arasteyî fraksîyonên Parlementoya Iraqê dike û daxwaz ji wan dike, kandîdê Serokê Hikumetê yekalî bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Barham Salih di nameyekê de ragihandîye, ji dem a ku Adil Ebdulmehdî dest jikar vekşandîye, çendîn gotûbêjên sîyasî ji bo danîna kesekî bo Serokatîya Hikumetê hatine kirin, lê bi mixabinî ve, jiber nakokîyên sîyasî, heta niha gotûbêj nebûn e sedemê destnîşankirina kandîdekî ji bo Serokatîya Civata Wezîran, ku di asta pêwîstîyên rewşê de be.

Di nameya xwe de, Serokomarê Iraqê daxwaz ji fraksîyonên Parlementoya Iraqê dike û radighîne, pêwîst e gotûbêjek sîyasî avakar were kirin, di çarçoveya yekalîkirin a kandîdekî ji bo Serokatîkirin a Civata Wezîran, ku dawî dem 1ê Sibatê ye. Ger ev kar jî neyê kirin, dê ligor desthilatên destûrî, kesek meqbul ji alîyê cemawerî ve, bo vê erkê rabispêr e. Herweha Serokomar, tekezî li wê yekê kirîye, ku daxwazên xwepêşanderan nema tên paşxistin û ew li benda gihiştina yasaya hilbjartinan dike,  da ku  bipejirîn e.

 

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin