Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser Komkujiya Helebçê mesajek weşand

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li ser Komkujiya Helebçê mesajek weşand

Balyozaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji bo 30emîn salvegera komkujiya Helebçê mesajek weşand.

A+A-

Di mesajê de hat gotin ku di dema rejîma Sedam Husên de, di 16ê Adara 1988an de bi çekên kimyewî zêdetirî 5 hezar sivîl hatin kuştin û ji 10 hezaran jî zêdetir hatin birîndarkirin.

Di mesajê de hat ragihandin ku di salvegera Helebçê de balyozxaneya Amerîkayê ji bo hemû Iraqî û bi taybetî jî xelkê Kurdistanê rojekê, heznê digire û wiha berdewam kir:

“Em dixwazin yên hatine kuştin û birîndarkirin bînin bîra hemû dinyayê. Em sersaxiya merivên kesên kuştî dikin.”

Ji xeynî vê jî hat gotin ku Amerîka careke din soz dide, ji bo ku careke din li ser vê axa ku gelek komên etnîkî û olî dijîn tiştên wiha çênebin û hemî gelên Iraqê wê bi aramî û bi rengekî  demokratîk bijîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin