Balafirên Tirkiyê çend deverên Şarbajêr bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê çend deverên Şarbajêr bombebaran kirin

.

A+A-


 Firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê du deverên Çiyayê Asosê bombebran kirin.

Qaymeqamê Nahiiya Mawetê li Şarbajêr Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê 8ê Gulana 2021ê firokeyên Tirkiyê du deverên Çiyayê Asosê bomberan kirin û navçeyên hatine bombebarankirin dûr in ji avedaniyê û ti ziyaneke wan nebûye.

Kameran Hesen da zanîn ku saet 10:10 Xirola Kanî Kinêr û Kelkî Şîlanan li Çiyayê Asos hatine bombebarankirin. 

Qaymeqamê Mawetê herwiha da xuyakirin ji ber ku berî niha balafirên Tirkiyê ew dever bombebaran kiribûn, vê care jî firokeyên Tirkiyê bûn. 

Hesen amaje bi wê yekê  kir ku Tirkiyê bi gumana hebûna PKK û PJAKê wan navçeyan bombebaran dike, lê ti kesê ew li wan navçeyan nedîtine.

Ji aliyê din ve şehidhalan jî dan xuyakirin ku wan dengê firokeyan bihîstine.

Li wê deverê roja 15ê Cotmeha 2019an di êrişekê de du kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Despêkê asayîşa Silêmanîyê behsa wê teqînê kir û paşê jî Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku di êrişên firokeyên Tirkiyê de du payebilindên PKKê canê xwe ji dest dane.  

Herwiha di sala 2017an de 4 caran çiyayê Asos hate bombebarankirin û di sala 2020an de jî balafirên Tirkiyê li navçeya Mawat otomobîleke gerîlayên PKKê hedef girtin û di encamê de 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û gelek malên li gundê Safra hatin rûxandin û nexweşxaneya gund hate rûxandin.

Rûdaw
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin