Balafirên Tirkiyê bombebaran kir, 4 welatî can dan

Balafirên Tirkiyê bombebaran kir, 4 welatî can dan

Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê bo ser gundê Zelî yê girêdayî bajarokê Dêrelokê de, çar kesan canê xwe ji dest dane, lê belê hêj termên du kesan nehatine dîtin. Herwiha du kesên din jî hêj winda ne û çarenivîsa wan nayê zanîn.

A+A-

Li gor çavkaniyên herêmê, balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê doh êvarê navçeyên sînorî yên devera Amediyê bombardiman kirin û di encama wê êrîşê de, 4 welatiyên sivîl can dan û 2 kesên din jî winda ne.

 

 

Roja çarşembiyê saet 13:00ê nîvro balafirên şer ên Tirkiyê gundê Zelê û çend cihên din ên devera Nihêlê ya ser bi bajarokê Dêrelok a li navçeya Amêdiyê bombebaran kirin. Şeva bihorî  di derengiya şevê de zanyarî li ser encama bombebaranê hatibû ragihandin û hatibû diyarkirin, ku di bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dane, lê li gor zanyariyên herî dawîn, du kesên din jî ku xort in, di heman bombebaranê de canê xwe ji dest dane.

 

Ew kesên ku di bomebarana balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, xelkê Dêrelok û Şêladzê ne. Ji ber dûrî û asêbûn û zehmetiya navçeyê, şeva bihorî termê du kesan hatin dîtin. Şeva bihorî bi dehen kesên xelkê navçeyê bi pêyan ber bi cihê bûyerê û ber bi Geliyê Reşave ve çûn.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin