Balafirên şerî yên Tirk Mêrgesorê bombebaran kirin; 3 welatî mirin

Balafirên şerî yên Tirk Mêrgesorê bombebaran kirin; 3 welatî mirin

Her 3 welatî ku 2 ji wan birayên hev in bi navên Herbî Elî û Mixdad Elî ne û pismamekî wan bi navê Hemîd Mihemed e

A+A-

Balafirên şerî yên ên artêşa tirk gundê Mawata ya Mêrgesorê gundiyên ku masî digirtin bombebarankirin, 3 kes hatin qetilkirin. 

Li gor ajansa DIHA yê Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Mawata ya bi ser bajaroka Mêrgesor a Hewlêrê duh (23.10.2016) bi şev saet li dora 23:00 an bombebadarkirin.

Di encama bombebaranê de 3 welatiyên ku ji bo masî bigirin çûbûn ber cem hatine kuştin . Yên kuştî navê wan Herbî Elî û Mîxdad Elî yên birayên hev in û welatiyê bi navê Îmad Mele Temir e.

Herweha Qaymeqamê Mêrgesor Xefûr Ehmed ji Rûdawê re ragihandîye ku her 3 welatî ku 2 ji wan birayên hev in bi navên Herbî Elî û Mixdad Elî ne û pismamekî wan bi navê Hemîd Mihemed ji bo seredana gundên xwe çûne navçeyê.

Xefûr Ehmed daye zanîn, dema ku her sê welatiyên navborî diçin serdana gundê xwe firokeyên şerî yê Tirkiyê ew gund bombebaran kirine û her sê kesan canê xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin