Bakurê Welêt: Newroz bû qada propagandaya "NA"

Bakurê Welêt: Newroz bû qada propagandaya "NA"

Li Bakurê Kurdistanê Newroz ji alîyê HDP, DBP û DTK li 17 bajêr û qezayên Kurdistanê hat pîrozkirin.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê Newroz ji alîyê HDP, DBP û DTK li 17 bajêr û qezayên Kurdistanê hat pîrozkirin. Di 2002ê de vir ve Newroz di şertê Awerte de hat pîrozkirin û agirê Newrozê hat vêxistin. Li gel astengan bi deh hezaran kes bêşdarî pîrozbayîya Newrozê bûn.

Di pîrozkirina Newroza Amedê de kesekî ji alîyê polis ve hat kuştin. Li gor nûçeya DHAyê polis xwestîye çenteya pişt a kesekî saxî bike, wî kesî nexwestîye çenteyê xwe veke û revîyaye; ji alîyê polis ve hatîye kuştin.

 Di Newroza Amedê de serokê şaredarê Mêrdînê yê ji kar dûrxistin Ahmed Turk, Serokê Grûba HDPê Osman Baydemir û Hevseroka DTK Leyla Guven axifin. Axêfer di axaftinên xwe li ser referandûmê sekinîn û sebebê çima ku ew e di referandûma 16ê Nîsanê de çima bêjin NA sekinînin û gotin ew ê biserkevin.

Herweha di Newroza Amedê de peyamên hevserokên HDP Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ku ji hefsê şandibûn hat xwendin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin