Bajarê Mehabadê ji ximetguzariyên geştyariyê bêpar e

Bajarê Mehabadê ji ximetguzariyên geştyariyê bêpar e

.

A+A-

Ev heyama salane bajarê Mehabadê ji xizmetguzariyên xweşderbasiya ciwanan bê par ma ye.

Ciwanên bajarê Mehabadê ji ber bê parbûna ji xizmmeguzariyên geştyarî û şahiyên weke, Bajarê Lîstan, Sînema, şîpel siwarî ya avê, bala xwe didin bi şahiyên metirsîdar.

Bi sedema nebûna cihên seyran û xweşderbasiya ciwanan, ev neçarin bona derbasbûna dem ê û guhertina rewşa derûnî û vala kirina wize û kelecaniya xwe, bera xwe bibin bi kiryarên weke, afirandina aloziyên li ser şeqaman, nmayêşên metirsîdar bi motorsîkletan ku di piraniya deman de ev yek dibe sedema can ji desta wan an jî dibe tirs û xofek bo dêv û bavê wan.

Ji bo mîna avbenda Mehabadê yek ji cihên herî balkêş e bo geştyaran, lê ti xizmetguzariyek bona xweşderbasiya demê an mifah wergirtina geştyar û ciwanên wî bajarî wirda nehatiye encam dan.

Herwisa, rûnştiyên apartamanên Seydavayê jî, bi sedema xemsarî û guhnedana bajarvaniya wî bajarî li derheq gefa herfîna kevrên derdora wir, gazincên xwe anîne ziman.

Bajarê Mehabada Kurdistanê ku cih avabûna yekem Komara Kurdistanê bûye û herwisa bajarê jidayîkbûna yekem serkomarê Kurdistanê Pêşewayê nemir e jî, ji ber desthilata byom û berçavteng ya Cemaranê, ji tev zixmetguriyên bajarvanî û geşyarî bê par e.

Rewşa bajarên Rojhilatê Kurdistanê digel sernivîsa cemsera geştyariyê tenê li ser kaxezê ne, bi kiryar ji tev îmkanatên geştyarî, şahiya ciwanan bê par in û ciwanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê ev hest û kelecaniya ciwaniya wan ji wan re hertim bûye hêvî.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin