“Baca çaresernekirina pirsa Kurd li Tirkiyê 3 trîlyon dolar e”

“Baca çaresernekirina pirsa Kurd li Tirkiyê 3 trîlyon dolar e”

.

A+A-

 Li gor raporteke Instituya Pêşveçûna Demokratîk (Democratic Progress Institute) ku navenda wê li Londona paytexta Brîtanyayê ye, ji ber çaresernekirina pirsa Kurd di dema 40 salên dawî de bi bihayê 3 trîlyon dolar zerar gehiştiye Tirkiyê.”

Di raportekê de ku Izzet Akgul derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê de amade kiriye tê gotin, eger Tirkiye pirsa Kurd çareser neke, di siberojê de baca zêdetir dide, berevajiya wê Tirkiyeke ku ligel Kurd bingehê aştiyê deyne, bo Kurdên Sûriye û Iraqê jî dikare wek welatekî garantor rol bibîne.

Li gor raportê, di salên navbera 1985 - 2020an de dahata niştimanî ya Tirkiyê bi dolar li ser asta cîhanî 15 trîlyon û 78 milyar û 811 dolar bûye, li gor senaryoyên alternatîv, di egera nebûna şer û pêşxistina geşeya aborî de, dahata niştimanî ya Tirkiyê li gor berhemê navxwe di wê demê de 18 trîlyon û 709 milyar û 174 milyon dolar dibû, lê ji ber berdewambûna şer dahata niştimanî ya Tirkiyê 3 trîlyon û 630 milyon dolar kêmtir bûye.

Di raportê de tê gotin, Tirkiyeke pirsgirêkên xwe çareser nekiribin û aştî neanîbe, dibe welatek ku rewşenbîr û welatiyên wê koç bikin û birevin, lê eger pirsa Kurd li navxwe çareser bike, ne tenê bo Kurdên welatê xwe, lê dikare bo wan hemû kesên li navçeyê dijîn bibe navendeke balkêş û garantorê Kurd li Sûriye û Iraqê.

Li gor raportê, beşeke zêde ya lêkoler û zana li ser wê yekê hevdeng in ku di siberojê de av ji petrolê bihatir dibe, eger Tirkiye pirsa Kurd çareser bike, dikare derbarê hemû çavkaniyên avê yên herêmê de xwedî biryar be, lê eger Tirkiye pirsa Kurd çareser neke, di hemû waran de baca zêdetir dide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin