Ava vexwarinê ya Hesekê tê qutkirin

Ava vexwarinê ya Hesekê tê qutkirin

Artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê qut dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Zanyarîyên taybet yên Rûdawê ji nava Dezgeha Avê ya Hikûmeta Sûrîyê dibêjin ku artêşa Tirkîyê sentrala ava vexwarinê ya Elok, li herêma Serê Kanîyê rawestandine.

Artêşa Tirkîyê li beramber ku wêstgeha avê ya Elok têxe kar û avê bide bajarê Hesekê, daxwaza gihandina elektrîkê dike, ji bo hemû bajarê Serê Kanîyê ku li jêr kontrola wê û grûpên çekdar e.

Wêstgeha Avê ya Elok ji 400 hezar kesên xelkê bajarê Hesekê re ava vexwarinê peyda dikir.

 Ji ber şer û pevçûnanan, ev çend carin ku sentrala avê ya Elok tê rawestandin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin