Asayişa Rojavayê Kurdistanê 3 endamên PDK-Sê û medyakarek revandin

Asayişa Rojavayê Kurdistanê 3 endamên PDK-Sê û medyakarek revandin

.

A+A-

Asayişa Rojavayê Kurdistanê 3 endamên PDK-Sê û medyakarek revandin

Asayişa li Rojavayê Kurdistanê şeva borî 4 kes ji bajarê Qamişlo û derdora Dêrikê revandin. 

 Asayişa li Rojavayê Kurdistanê şeva borî 17ê Tîrmeha 2021ê, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û medyakarek ji Qamişlo û derdora Dêrikê revandin.

Malpera fermî ya PDK-Sê belav kir, “Çekdarên PYDê şeva borî li bajarê Qamişlo Desteya endamê Rawêjkariyê ya PDK-Sê Mihemed Deham Eyo û endamê Encûmena Şaxê PDK-Sê Izedîn Mela revandin.”

Herwiha diyar kir jî, “Çekdarên PYDê şeva borî jî endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Mihemed Ehmed Salih li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikê ve revand.”

Li gorî malpera PDK-Sê, heta niha ti agahî û zanyarî li ser her sê endamên wan ên revandî tune ne û tometên li ser wan hatine sepandin ne diyar in.

Ji aliyekî din ve jî kenala ARK TV ragihand, çekdarên PYDê şeva borî peyamnêrê wan Barzan Husên ji bajarokê Girkê Legê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Berî 3 rojan jî asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) yê bi navê Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê li revandibû.

Revandina van endamên PDK-Sê di demekê de ye, endamê PDK-Sê Emîn Îsa Elî piştî ku ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin, termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. PDK-S û Malbata wî jî dibêjin, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin