Artêşa Tirkiyê li Girê Spî êrişî serbazên Sûriyê kir

Artêşa Tirkiyê li Girê Spî êrişî serbazên Sûriyê kir

Artêşa Tirkiyê xalên serbaziyên Sûriyê li rojavayê Girê Spî mûşekbaran kirin û 7 serbazên Sûriyê birîndar bûn.

A+A-

 Artêşa Tirkiyê duhî piştî nîvro gundên Kubirlik, Bîrkit û Xirbet Saronc yên rojavayê bajarê Girê Spî yê rojavayê Kurdistanê mûşekbaran kirin û di encam de 7 serbazên Artêşa Sûriyê birîndar bûn.

Hevdem, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kir, ji bilî wan 7 birîndaran, hin serbazên Sûriyê jî hatne kuştin.

Piştî rêkeftina Soçî a di navbera Tirkiye û Rûsiyayê de, êzên rêjîma Sûriyê li gelek navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re belav bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin