Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê du gundên Efrînê li navçeya Şêrewa topbaran kirin û di encamê de welatiyekî canê xwe jidest da û 2 welatiyên din jî birîndar bû.

A+A-

Artêşa Tirkiyê du gundên Efrînê li navçeya Şêrewa topbaran kirin û di encamê de welatiyekî canê xwe jidest da û 2 welatiyên din jî birîndar bû.

                                        

Artêşa Tirkiyê her du gundên navçeya Şêrewa gundê Mezin û gundê Birc Qasê dan ber topan. Li gor zanyariyên K24ê, di endamê de welatiyekî sivîl canê xwe jidest daye û 2 welatiyên din jî birîndar bûne.

Dema artêşa Tirkiyê herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de dagîr kiriye, 12 gundên navçeya Şêrewa yên di sînorê her du bajarokên Şîe Nibul û Zehrayê de ne, di destê YPGê de man û artêşa Tirkiyê derbasî wan gundan nebû. Herwiha hin xalên hêzên rêjîma Sûriyê û navendeke Rûsî jî li wê navçeyê jî hene.  

Ji wê demê ve jî, her car artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şêrewa topbaran dike û top li malên gundiyan dikevin. Herî dawî jî berî hefteyekê gundê Soxanekê da ber topan û hejmarek malên gund hatin herifandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin