Artêşa Tirkiyê dîsa dest bi topbarankirina Eyn Îsa kir

Artêşa Tirkiyê dîsa dest bi topbarankirina Eyn Îsa kir

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wî dîsa dest bi topbarankirina gundên derdora bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ev demek bû ew êriş û topbarana tund ya artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî li ser devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê sekinîbû.

Li gorî agahiyan, duhî dîsa artêşa Tirkiyê deverên derdora Eyn Îsa da ber topan.

Artêşa Tirkiyê duhî gundê Seyda, ku tenê kîlometrekê dûrî navenda Eyn Îsa ye, da ber topan.

Artêşa Tirkiyê her wiha ew beşa rêka navdewletî ya M4 ku ji kêleka Eyn Îsa re derbas dibe, da ber topan.

Eyn Îsa di bin kontrola hêzên HSDê de ye. Rûsyayê beriya niha daxwaz ji HSDê kiribû Eyn Îsa teslîmî hêzên rêjîma Sûriyê bike lê HSDê red kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin